Ên ku Komkujiya Garê şermezar kirin ji dibistanê hatin dûrixstin!
Xwendekarên ku ji ber Komkujiya Garê şermezar kirine, ceza xwarine ev heftiyeke bi kampanyaya ‘em dûr nakevin’ li ber xwe didin.
Xwendekarên ku ji ber Komkujiya Garê şermezar kirine, ceza xwarine ev heftiyeke bi kampanyaya ‘em dûr nakevin’ li ber xwe didin.
Zanîngeha Egeyê ev 3 sal in bi rengekî ku ne kêmî polîtîkayên Rewşa Awarte di dorpêça polîs û ewlekariya taybet de ye û girtîgeheke nîv vekirî bi bîra mirov dixe. Li dibistanê ketin û derketin bi turnîkeyan, qadên ku xwendekar bi komî lê rûdinin bi sacan hatine girtin, daxwazeke biçûk a mafan jî qedexe ye. Li dibistanê bi hev re pivdanê perçîçeqan jî, bi hev re xwendina pirtûkan jî dibe mijara lêpirsînê.
Herî dawî li ser 37 kesan ku di demên cuda de tevlî çalakiyan bûne di navbera 6 sal û 18 mehan de cezayê dûrxistinê hatiye dayin.
Xwendekarên ku cezayê dûrxistinê dane wan bi kampanayaye ‘ez dibistana xwe dixwazim’ nav heftiyê her roja di navbera saet 13.00 û 17.00’an de çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. Xwendekar her roj li meydana Bornova Kuçukuparkê ne.
Xwendakaran bang li gelê Izmîrê kir ku li wan xwedî derbikevin. Xwendekar ji ANF’ê re axivîn....
‘TI HIŞYARÎ NEDAN ME’
Sultan Keleş, ku beşa nûçegihaniyê dixwîe dibêje li ser hev du caran ceza danê lê beriya ku ceza bidin ti hişyarî lê nekirine. Keleş got di lêpirsînan de îfade daye lê ti encam derneketiye û wiha got: ’Vê serdemê lêpirsîn di cih de bi encam bûn. Beriya referandûmê biencambûna lêpirsînan balkêş e. Me yê jî kampanyaya ‘NA’ li dibistanê li nav xwendekaran bikira. Ji vê aciz bûn. Alîkarê rektor ê nû xwedî dîrokeke qirêj e. Ji Zanîngeha Suleyman Demîrel hatiye. Ji ber ku gelek xwendkar dûr xistiye em nas dikin. Dema hate zanîngehê xwedî li Ulku Ocaklari derket û serketin ji wanre xwest. Ev nîşaneya hevkariya AKP-MHP ye.
‘EM Ê BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN’
Keleş got ev roja 7’an a berxwedanê ye, hevgirtineke pir xweş û hêvîdar heye û got: ‘Kesên ku ji vir derbas dibin pêşî dinerin bê ka çi bûye. Em bala her kesî dikişînin. Hin kesên ku dixwazin ji bo me tiştekî bikin xwarinê ji me re tînin. Em ê li ber xwe bidin. Ji bo ku wan ceza neda em naçin mal rûnanin’
‘REKTOR JI FETOYÊ GIRTÎ YE’
Kelaş got, Rektorê Zanîngeha Ege Cuneyt Hoşçoşkun ku ew ji dibistanê dûr xisitne her wiha mamosteyên koma Akademîsyenên ji bo aştiyê jî îxrac kirine û wiha domand: ‘Rektor Hoşcoşkun ji FETO hate îxrackirin. Baş e, rektorê ku ji FETO hatî îxrackirin cezayê ku ew bide me çi qasî rewa ye? Em biryara ku hatiye dayin qet nas nekin. Em ê çalakiya xwe bidomînin. Em ê çalakiya ‘dûr nakevin’ heta dawiyê bidomînin. Em li benda piştevaniya gelê Izmîrê ne jî.’’
‘BÛNE HEVKARÊ KOMKUJIYÊ’
Xwendekarê pola dawî yê beşa Felsefeyê Seyîtxan Semo got sedema dûrxistina wan a ji dibistanê weke ‘xebatên bê destûr ê xwendekaran’ ji wan re hatiye şandin. Semo diyar kir ku ev 2 sal in li Zanîngeha Egeyê şertên Rewşa Awarte hene û got: ‘Ji bo ku êrîşa Garê ya Enqerê min şermezar kir 6 meh ceza dane min. Tenê 2 ders mabûn ku dibistana xwe biqedînim. Zextên li dibistanê piştî kuştina Firat Çakiroglu zêde bûbûn. E ceza jî bi mebesta birîna dengê xwendekar çepgir, sosyalî, şoreşger bûn. Dora giyayan bi sacê hate pêçan. Li ketin û derketinê turnîke hatin danîn. Ceza li wan birîn ku bi hev re li muzîkê dixin, pirtûkan dixwînin. Ji ber ku perçîçeq piv da lêpirsîn li ser hevalekî me vekirin. A herî xerab ew e ku ji bo me Komkujiya Garê şermezar kir em hatin dûrxistin. Dema ku em kirinên DAIŞ’ê şermezar dikin çawa me dûr dixin zor e ku mirov fêhm bike. Dema teqînê ez jî li wir bûm, çawa şermezar nekim. Ev lêpirsîn û cezayê ku dane me hevkarî komkujiyê ye.’’
‘DIBISTAN JIXWE BI REWŞA AWARTE DIHATE BIRÊVEBIRIN’
Semo diyar kir ku li dibistanê zext her dem hebûn û got, herî dawî bi BHQ’yan piştî ku mamosteyên wan ji kar hatin avêtin nehiqûqî derketin holê. Semo diyar kir ku tiştên dawî nema têne qebûlkirin û wiha domand: ‘Ji bo me ev got lêpirsîna li me vekirin. Lêpirsînên me berdewam dikin. Banga aştiyê ya mamosteyên me pir di cih de ye. Li vî welatî xwestin aştiyê rast e. Mirin li vî welatî bi kêrî ti kesekî naye.’’
Semo diyar kir ku ew ê berxwedana xwe bidomînin û xwendkarên ku hatine dûrxistin di 16’ê Nîsanê de wê bibêjin, NA.
‘EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN’
Ugur Çayan Akbiyik jî got ji ber sê sedeman ew hatiye dûrxistin û wiha domand: ‘’Cara pêşî ji bo Komkujiya Garê ya Enqerê ceza dane min. Ya dî ji bo ku me çalakiya ‘dest li mamosteyên me nedin’ û ya sêyan jî ji ber şermezakirina YOK’ê. Ceza û lêpirsînên li ser me ji ber sedema rewşa siyasî ye. Welat çi qasî ber bi tariyê ve diçe dixwazin ser zanist û perwerhiyê bigirin. Yek ji cihê ku heqîqet herî pir lê tê afirandin zanîngeh in ji bo ve jî êrîş ev çend giran in. Pêşî êrîşî akademîsyenên aştîxwaz kirin. Piştî ku mamosteyên me dûr xistin berê xwe dane me. Wê bi ser nekevin em ê li ber xwe bidin.’’
‘DIVÊ ENIYA PIŞTIYÊ ‘NA’YÊ WERE AVAKIRIN’
Akbiyik got di referandûma 16’ê Nîsanê de wan dengê NA kiriye navendê lê di vê hêzên çepgir sosyalîst eniyekê ava bikin û wiha domand: ‘Helbet ku Na derkeve faşîzm wê bi paş ve biçe. Lê pêdivî bi eniyeke berfireh heye. Divê gelên çewisandî û çînên çewisandî werin cem hev û piştî ‘NA’yê birêxistin bikin.