Emîne Şenyaşar: Yên ku malbata min qetil kirin li derve ne

Emîne Şenyaşar a ku di roja 40'î de Nobeta Edaletê domand, dîsa nehiştin bikeve wezaretê. Şenyaşar got, “Yên ku malbata min qetil kirin li derve ne.”

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê yê parlamenterê Paritya Çep a Kesk ê Riha Ferît Şenyaşar ê ku bi birîndarî ji êrîşan rizgar bû Nobeda Edaletê ya ku ji Rihayê di roja 848'an de biribûn Enqereyê di roja 40'î de dewam kirin. 

Emîne Şenyaşar bi kursiya bi teker çû ber Wezareta Edaletê lê berisva, “Wezîr ne li vir e” hat dayîn.

Emîne Şenyaşar li ber Wezaretê axivî û got, “Êdî bes e ji vê zilmê re. Kurê min bi tenê xistine hucreyek yek kesî û yên malbata min li nexweşxaneyê qetil kirin jî li derve ne. Erdogan kurê min berde. Malbata min kuştin, dikan gulebaran kirin. Êdî kurê min berdin."