EMEP: Em ê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk têkevin hilbijartinê
EMEP’ê diyar kir wê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk têkevin hilbijartinê.
EMEP’ê diyar kir wê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk têkevin hilbijartinê.
Partiya Kedê (EMEP) diyar kir wê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk têkevin hilbijartinê.
Di daxuyaniya li ser navê Desteya Rêveber a Giştî ya EMEP’ê de ev tişt hate gotin “Têkbirina rêveberiya yekzilamî û geşkirina têkoşîna girseyên gel ên bindest û hejar, hedefa sereke û lezgîn a partiya me ye. Ji ber vê jî em xebatên têkoşîna hevpar a bi Tifaqa Ked û Azadiyê xurt dikin.
Ji bo ku em wekî parçeyekî Tifaqa Ked û Azadiyê tevlî hilbijartina di 14’ê Gulana 2023’an de bibin, xebatên me yên amadekariyê didome.
Di rewşa dawîn de partiya me şertên polîtîk ên şênber û daxwazên gelê me li ber çavan girt û gihişt van biryaran:
1. Ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê were geşkirin û xurtkirin,
2. Çîna karkeran di serî de hemû alîgirên ked, aştî û demokrasiyê di parlementoyê de were temsîlkirin;
Em ê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bi namzetên xwe tevlî hilbijartinan bibin.”