'Em ti carî Sûriyeyeke bê mafê jinê qebûl nakin'
Ferîha Mihemed Masûm Omer û Mûne Yûsif diyar kirin ku ew ti car Sûriyeyek bê mafê jinê qebûl nakin û gotin, "Di aliyê hiqûqî û edaletî de di destûra nû Sûriyeyê de mafê jinan girîng e."
Ferîha Mihemed Masûm Omer û Mûne Yûsif diyar kirin ku ew ti car Sûriyeyek bê mafê jinê qebûl nakin û gotin, "Di aliyê hiqûqî û edaletî de di destûra nû Sûriyeyê de mafê jinan girîng e."
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk mafê her pêkhateyê hat parastin û bi hatina şoreşa Rojava, jinan cihê xwe di qadên leşkerî û siyasî de girtin û bûn xwediyê destkeftiyên herî mezin.
Endama Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîha Mihemed Masûm Omer û Rêvebera Navenda Cizîrê ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Mûne Yûsif ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser mafê jinan a di destûra nû ya Sûriyeyê de.
Ferîha Mihemed Masûm Omer da zanîn ku ew wek parêzer di alliyê qanûnî de cihê jinê di destûra nû ya Sûriyeyê de binirxînin, dê mafê herî mezin ê jin be ji ber ku li Şoreşa Rojava yên herî zêde destkeftî parastin û di çeperên pêş ên şer de cih girtin, jin bûn. Ferîha Mihemed Masûm Omer wiha got: “Di van geşedanên dawî yên li Sûriyeyê qewimîn de, wek jin pir pêwîstiya me bi komxebatên şêwermediyê heye. Mafê jin li Sûriyeyê tişta herî sereke ye û ti kes nikare vê mafê ji holê rake. Di aliyê hiqûqî de jî pêwîste ku jin di destûra nû ya Sûriyeyê de cihê xwe bigre, ji ber Sûriyeyek demokrat bê mafê jin nayê avakirin û nayê qebûl kirin.”
Mûne Yûsif diyar kir ku di van demên dawî de jin di qonaxek pir krîtîk re derbas dibin û bal kişand ser destûra Sûriyeyê û giringiya girêdana wê bi jin ve. Mûne Yûsif ev tişt bilêv kir: “Bi ketina Rejîma Baas’ê re jin ket nav qonaxek nû û di vê qonaxê de çirûska azadiya jin wê were zelalkirin yan na. Pêwîste em wek jin jî di vê pêvajoyê de çavê xwe li hember siyasetên qirêj vekin û xwe bikin yek dest. Ji ber ku desthiladariya nû ya Sûriyeyê dixwaze ku jin di destûra nû ya Sûriyeyê de bêmaf bimînin. Her wiha wek jin gelek erk dikevin ser milê me da ku em tiştê herî mezin ji gel û civaka xwe re bikin. Ji ber vê yekê jî pêwîstiya me bi yekdestî û yekdengiya jinên Sûriyeyê giştî heye. Em ê ji bo giştî jinên Sûriyeyê têkoşîn bikin da ku cihê wan jî di destûra nû ya Sûriyeyê de were parastin. Pêwîste em cihê xwe di destûra nû ya Sûriyeyê de biparêzin û rê nedin ti kesî ku werin mafê me bixwin.”
Mûne Yûsif axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev nêzî 14 sal in jin di nav sazî û dezgehên civakê de cihê xwe digirin. Her wiha di qadên leşkerî de rolek herî giring lîstiye ev jî berxwedanî û têkoşîna jina bi dehan salan nîşan dide. Di destûra nû ya Sûriyeyê de divê jin cihê xwe wek hêmanek sereke bigire, ji ber ku destkeftiyên herî zêde li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin. Pêwîste em di vê demê de li ser dema xwe baldar bin û gavên xwe bi baldarî bavêjin, ji ber ev mijar azadiya me diyar dike. Her wiha giringiya nêrînên jin di vê pêvajoyê de pir giring e, pêwîste em jî wek jin bibin yekdest da ku van siyasetan bişkînin û li dijî vê sîstema cîhadîst bisekinin. Di destûra Sûriyeyê de cihê jin bikin cihê yekemîn û sîstema hevserokatiyê jî bikin sîstema giştî sazî û serokatiyê Sûriyeyê.”