'Em ne  pabendî wê civîn û kongreyê ne ku em ne tê de ne'

Hevserokê Desteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Dr. Evdilkerîm Omer li ser îhtîmala ku ew tevlî Soçiyê nebin got, "Em jî tekez dikin ku, çi civîn û kongire bo Sûriyê li dar bikevin û em neyên vexwendin, em pabendiyê bi encam û biryar ên wan nakin."

Hevserokê Desteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Dr. Evdilkerîm Omer li ser beşdariya Rêveberiya Xweser li kongreya Soçî, dijminatiya Tirkiyê ya li projeya Kurdan a demokratîk, têkiliyên xwe yên bi Amerîka û Rûsyayê re nirxand.

-Hê agahî derbarê vexwendina Rêveberiya Xweser ya ji bo kongreya Soçî ne piştrast in, hûn dikarin ji me re şêweyê vexwendinê zelal bikin?

Di destpêkê de navê wê "Kongreya Gelên Sûriyê" bû, piştre  bi zextên rêjîma Sûrî nav hate guhertin û bû "Kongreya giftûgoya niştimanî ya Sûrî", û gelek caran hate taloqkirin. Beriya ku cara dawî bê taloqkirin, civînek di navbera berpirsên Rêveberiya Xweser û yên Rûsî de, li Rojava, lidar ket, di wê civînê de biryar hate standin ku vexwendin bi navê Rêveberiyê û hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê be.
 
Rêveberî lîsteyek bi navên 140 kesayetiyên nûnertiya hemû pêkhateyên siyasî li Bakurê Sûriyê dikin, radestî berpirsên siyasî û yên leşkerî yên Rûsî kir.

Hemû agahiyên derbarê dûrxistina Rêveberiyê û nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD’ê) ji kongreya Soçî, ji hêla hersê welatên serpirişt ve (Rûsiya, Îran û Tirkiyêyê) tenê li ser alavên ragihandinê der ketin, û ti bersiveke tekez ji hêla Rûsyayê ve negihştiye me.

25-12-2017’an civînek di navbera Rêveberiya Xweser û aliyên siyasî yên Bakurê Sûriyê de li dar ket. Kesên beşdar di civînê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin, tê de piştgiriya xwe bo hewldanên çareseriyê ji bo krîza Sûrî re diyar kirin. Di heman demê de, tekez kirin ku pêwîst e beşdarî di Soçî de bi navê Rêveberî û hemû layanên siyasî yên Bakurê Sûriyê be. Her wiha, nabe ku ti kes bi navê xwe beşdarî kongreyê bibe.

-Gelo bandora Tirkiyêyê digihîje radeya ku nepejirandina wê bibe sedema pêwariya we ji kongreya Soçî?

Tirkiyê dikarîbû ta roja îro, Kurdan û nûnerên Rêveberiya Xweser, Her wiha layanên siyasî û yên leşkerî (QSD’ê) yên Bakurê Sûriyê ji hemû civîn û kongreyên navneteyî, weke Cinêv û Astanyê, dûr bixe. Niha jî hewldanên xwe, li ser asta Soçî dubare dike. Çimkî ew dijminatiya gelê Kurd û projeyên Kurdan  yên demokratîk dike. Dibe pêwariya Kurdan sedema têkçûyîna hemû hewldanên navneteweyî yên çareserkirinê be.

-Pêwariya we ji Soçî tê wateya pêwariya yek ji mezintirîn hêzên leşkerî li Sûriyê (QSD’ê), li gorî gelek çavdêran, gelo wê çawa giftûgo bêyî vê hêza bi bandor bi ser bikevin?

Yek ji sedemên sereke ji têkçûyîna hemû hewldanên çareserkirina krîza Sûrî re, ew e ku hemû desteyên ku giftûgo dikirin nûnertiya hemû pêkhateyên Sûrî nedikirin. Dûrxistina yek ji pêkhateyên sereke di Sûriyê de, ji operasyona siyasî, sedeke mezin e. Bi taybetî ku ew pêkhate (Kurd) dikarîbû terorê têk bibe û bêhtirî 30 ji % ji xaka Sûrî ji rêxistinên terorîst rizgar bike. Ji bilî ku ew xwedî projeyên demokratîk e, ku dibine nimûne ji tevahiya Sûriyê re, da welatekî nûjen, demokrat û federal ava bibe, ku ew welat ji hemû Sûriyan re be.

-Eger hûn di Kongreya Soçî de beşdar nebin, gelo hûn ê bi biryarên wê derbestdar bin?

Dûrxistina me ji Soçî û ji hemû kongireyên çareseriya krîza Sûrî, tê wateya ku vîna (îradeya) herêmî û navneteweyî bo çareseriyê tune ye. Di nêrîna me de, çareserî ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê û Îranê ye.

Îran şerekî li derveyê sînorê xwe (Sûrî, Îraq, Yemen û Libnan) dimeşîne, û çi aramî li wan deveran çê bibe, tê wateya ku wê şer di hindirê Îranê de destpê bike.

Ji hêla xwe ve, Tirkiyê deverine girîng ji Sûriyê dagir kiriye (Izaz, Cerablus, Bab û herêmine ji Idlibê), dema ku aramî li Sûriyê peyda bibe, ji Tirkiyêyê tê xwestin ku dagirkirina xwe bidawî bike û ji Sûriyê bi giştî vekişe. Weke ku dîrok îsbat kiriye, Tirkiyê ji dagirkiriya xwe navegere.

Ji lew re hikûmetên wan herdu welatan bi hemû hêza xwe, hewl didin da ku me ji kongireyên navneteweyî dûr bixin.

Em jî tekez dikin ku, çi civîn û kongire bo Sûriyê li dar bikevin û em neyên vexwendin û ne beşdar bin, wê demê em pabendiyê bi encam û biryar ên wan nakin.

-Hûn weke Rêveberiya Xweser, we dikarîbû hevsengiyê di peywendiyên xwe de bi Rûsyayê ji aliyekî, û bi Emerîkayê ji aliyên din ve, çê bikin, gelo ew peywendî tenê leşkerî ne, yan li ser asta deplomatîk jî hene?

Ji destpêka krîza Sûrî sala 2011’an ve, em neketin nava şerê tîrebazî de, û ne jî di bin bandora hêzên herêmî û yên navneteweyî de. Ev sedema hemû destkeftiyên me ye. Ev jî encama hilbijartina me bo "xêza sêyemîn" bû, çimkî em xwedî vîneke azad in, Her wiha jî em pişta xwe bi miletê xwe û hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê xurt dikin.

Ji hêleke din ve, me hevrêzî ligel Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Emerîkayê kir, da em şerê "Terora Reş" bikin, ew terora ku zext li tevahiya cîhana azad dikir, û me serkeftineke mezin bi dest xist.

Li destpêkê, ew hevrêzî tenê leşkerî bû, tevî ku hin hevdîtin û civîn ên Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi serkirdeyên siyasî yên Emerîkî, li Rojava û Washîngtonê lidar ketin.

Wê demê tekez dikirin ku erkê wan di herêmê de, tenê şerê li dijî terorê ye. Lê piştî rizgarkirina Reqa û Dêrazorê, guhertin û pêşveçûneke girîng di helwesta Emrîkî de çê bû, û biryar dan ku li herêmê bimînin, da aramî baş bi cih bibe, Her wiha dest bi jinûavakirina deverên wêrankirî bibe, da welatî vegerin malên xwe. Her wiha da QSD’ê û hêzên Asayîşê rahênan bikin ku amade bin, da dîsa terorîst cihê xwe li herêmê negirin.

Di heman demê de, têkiliyên me yên leşkerî bi Rûsyayê re baş in, û hevrêziyên me li herêmên di bin kontrola wan de hene. Peywendiyên me yên siyasî jî li ser asteke bilind hene, her demê civîn di navbera me de çêdibin, çi li Rojava û çi jî li Moskowê be. Weke tê zanîn, bîroya nûnertiya Rêveberiya Xweser li Rûsyayê heye, û em amadeya vekirina heman bîroyê li Washîngtonê jî dikin.

Bi giştî, têkiliyên me ligel welatên bi krîza Sûrî eleqdar erênî ne, ji bilî Tirkiyêyê, ya ku dijminatiyeke eşkere ya gelê Kurd û projeyên wî dike. Li vî barî, peyveke navdar a serokê Tirkî yê berê, Silêman Demîrêl, heye dibêje: "Em ê li dijî damezirandina keyaneke siyasî ya Kurdî bin, eger di bin konekî de li daristaneke Efrîkayê be jî". 

-Rûsya ya herî zelal e di xwestina xwe bo beşdariya PYD’ê di Cinêvê de, lê em daxuyaniyên dijdar ji wê dibînin li ser asta kongreya Soçî, ya ku ew bixwe serpiriştiya wê dike, hûn çawa vê yekê dinirxînin?

Rûsya alîgira rêjîmê ye, û derbasî Sûriyê bû da berjewendiyên xwe biparêze. Ji destpêkê ve, têkiliyên wê bi me re baş in, û xwest ku wan têkiliyan li dijî Tirkiyêyê bikar bihêne. Bi rêya wan û avakirina deverên aram, rikberiya Sûrî bidawî kir, Her wiha, dixwaze Soçî bixe cihê Cinêvê de. 

Diyar e ku Rûsya hewl dide da têkiliyên xwe bi Tirkiyêyê re baş bike, di heman demê de bi me re jî wisa berdewam be.

Ji lew re, piştî Astana 8 yekser, fermandarê giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo seredana Moskoyê hate vexwendin. Di hevdîtinan de, li ser pêwîstiya beşdariya Kurdan di kongreya Soçî de hate tekezkirin. 

Di baweriya min de, wê Rûsya hewl bide ku hevsengiyê di têkiliyên xwe de, bi me û Tirkiyê re, çêbike, û ev e stratîjiya wê di pêşerojê de.