'Em kampanyayê bi ser bixînin'
Çalakgerên dest bi greva birçîbûnê ya bê dawî kirin, ji bo CPT û Konseya Ewropayê bikeve nava liv û tevgerê, bang li her kesî kirin ku seferber bibin.
Çalakgerên dest bi greva birçîbûnê ya bê dawî kirin, ji bo CPT û Konseya Ewropayê bikeve nava liv û tevgerê, bang li her kesî kirin ku seferber bibin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç diyar kir ku bi rêya kampanyayê ew dixwazin daxwazên xwe bigihînin Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê û wan bixin nava liv û tevgerê. Koç diyar kir, KCDK-E wê di vê mijarê de bi roleke çalak rabe û got, "Me nivîsek ji hemû navendên xwe re şand. Divê em li hemû herêman seferber bibin û dostên me jî bikevin nava liv û tevgerê ku kampanyayê bi ser bixînin. Ji bo daxwazên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û grevên birçîbûnê yên bê dawî û bê dorveger ên li Tirkiyeyê bi cih werin anîn, divê em kampanya xwe xurtir bikin.
Yek ji îmzeyan ji bo Konseya Ewropa û Tirkiyeyê ye. Ya din jî ji bo CPT ye. Divê li her devera navendên me lê ne hevalên me li cih standan deynin û îmzeyan kom bikin. Eger bi sed hezaran îmze bigihêjin ber destê CPT û Konseya Ewropayê, wê hingî zext li CPT û Konseya Ewropayê bibe. Her kesên dixwazin bi rêya navnîşana www.hungerstrikes.eu dikarin xwe bigihînin vê metnê. Girîng e her kes di vê mijarê de seferber bin û dostên me jî di vê mijarê de bi berpirsyarî tevbigerin.
Parlamentera berê ya HDP'ê Dîlek Ocalan jî ku tevlî greva birçîbûnê bûye, bang li civaka Kurdistanê û dostên wan kir ku xwedî li kampanyayê derkevin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA