'Em ji rejîma şexsekî re dibêjin NA'
Kurdistanî û dostên wan, ji bo referandûma 16'ê Nîsanê bang li hilbijêrên li Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê kirin ku biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bi ser bixînin.
Kurdistanî û dostên wan, ji bo referandûma 16'ê Nîsanê bang li hilbijêrên li Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê kirin ku biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bi ser bixînin.
Kurdistanî û dostên wan, ji bo referandûma 16'ê Nîsanê bang li hilbijêrên li Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê kirin ku biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bi ser bixînin.
BÎNGOL: EM RÊXISTINBÛYÎ BIN, EM Ê BI SER BIKEVIN
Mûtlû Bîngol, ku ji navçeya Gimgim a Mûşê û li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dijî eşkere kir, ku ew ê dengê NA bide. Bîngol got, "Ji bo Cizîr, Sûr û ji bo aştiyeke bi rûmet, di referandûmê de ez ê bêjim NA." Bîngol diyar kir, ew bi bawer e ku di referandûmê de dengê NA xurtir e û bi rûmet e, lewma heta dawiyê ew ê bêje NA. Bîngol got, "Eger em xurt û rêxistinbûyî bin, wê dengê NA bi ser bikeve."
ÛBEYT BENDEŞ: NA JI PÊKANÎNÊN ANTÎ DEMOKRATÎK RE
Ûbeyt Bendeş jî ku li Mannheîmê dijî destnîşan kir, ku di çarçoveya helwesta Tevgera Azadiyê ya Kurd de rengê dengê wî NA ye. Bendeş anî ziman, ji bo dayîna dengê 'NA' gelek sedemên wan hene û got, "Heta ku ev sîstem antî demokratîk be, em ê li dij derkevin. Banga min li hemû hêzên demokratîk e, ku biçin ser sindoqan û di dema dengdayînê de komkujiyên li Kurdistanê bînin pêş çavên xwe, destê xwe deynin ser wijdanê xwe û dengê xwe bidin."
ÎSMAÎL IŞIK: DENGÊ NA, XÊR E JI BO MIROVAHIYÊ
Îsmaîl Işik ê li bajarê Goppîngen ê Elmanyayê dijî ragihand, ku li dijî sîstema şexsekî divê her kes bêje NA. Işik got, "NA, têkoşîna ji bo rûmet û heysiyetê ye. Ji bo mriovahiyê, ji bo siberoja hemû gelan, bawerî û çandan dibêjim NA.
Metîn Dûrak ê li bajarê Darmstadtê dijî destnîşana kir, ku li dijî zîhniyeta tekparêz, faşîzm û dîktatoriyê ew jî dibêje NA.
Arîf Dîrîk ê li Frankfûrtê anî ziman ku ew ê dengê NA bide û ji bo vê jî gelek sedemên wî hene.
Hakan Boyraz ê li heman bajarî dijî da xuyakirin, ku li hemberî rejîma şexsekî ya ku Erdogan dixwaze di referandûmê de bide qebûlkirin û ji bo dawîhatina zexta li Kurdan tê kirin, ew ê bêje NA.
Yasemîn Cankayran bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku ji bo referandûma 16'ê Nîsanê biçin ser sindoqand û li dijî cînayetên jinan û zexta li gelê wan tê kirin, helwesteke zelal nîşan bidin. Cankayran got, "Di vê referandûmê de helwesta min zelal e. Ez ê bêjim NA."
Husne Demîrtaş anî ziman, weke Kurdên li Ewropayê dijîn ew vê zilma li welatê wan tê kirin, vê bêhiqûqê qebûl nakin û got, "Em rejîma şexsekî naxwazin. Bi girtina siyasetmedarên me re hûn nikarin me biqedînin. Li dijî nêzîkatiyên we ez dibêjim NA.
Yildiz Can Têkildarî referandûma li Tirkiyeyê ez bang li hemû gelên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê dijîn dikim, ku dengê NA zêde bikin.
KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN: NA JI KOÇBERÎ Û ASÎMÎLASYONÊ RE
Hevseroka Platforma Kurdên Anatoliya (PKAN) Navîn Dr. Melîha Dogan bibîr xist, ku weke Kurdên Anatoliya Navîn ew di bin sîwana PKAN'ê de xwe li Elmanyayê birêxistin dikin û anî ziman, armanca wan ji vê platformê pêşîgirtina li asîmîlasyonê ye. Dr. Melîha Dogan diyar kir, di referandûma 16'ê Nîsanê de weke PKAN'ê ew dibêjin NA û got, "Li dijî vê rewşa ku me ewqasî asîmîle dike, hewl dide çanda me tine bike û bi her awayî zextê li me dike, weke PKAN'ê em dibêjin NA.
Marûf Gurel ku yek ji Kurdên Anatoliya Navîn e û li bajarê Krefeld ê Elmanyayê mamostetiye dike got, "Ez endamê meclîsa PKAN'ê me. Di referandûmê de helwesta me eşkere ye. Em ê ji sedî sed bêjin NA." Gurel bang li Kurdên Anatoliya Navîn kir ku biçin ser sindoqan û dengê NA bi kar bînin.
Omer Koyûncûer jî yek ji Kurdên Anatoliya Navîn e û got, ew ê di referandûmê de bêje NA. Koyûncûer got, "Ji bo hesreta bi sedan salan a Kurdên Anatoliya Navîn ji bo welêt, ji bo hesabpirsîna ji mêtîngerî, yek ziman, yek çand, nîjadperestî û asîmîlasyonê, ez ê bêjim NA."