'Em hesabê Roboskî timî bipirsin'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku girtî ye, di salvegera komkujiya Roboskî de peyameke nivîskî weşand.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku girtî ye, di salvegera komkujiya Roboskî de peyameke nivîskî weşand.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku li Girtîgeha bi Tîpa F a Hejmara 1. a Kandirayê girtî ye peyamek da. Peyam ji aliyê Navenda Giştî ya DBP'ê ve hate weşandin.
Tûncel bi bîr xist ku di sala 6'an a komkujiya Roboskî de malbatên ji Roboskê hê li benda edaletê ne û got, "Ji ber salvegera komkujiyê, bi navê hemû hevşaredarên dîlgirtî lenetê li komkujiyê dibarînin û mirovên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de malbatên malbatên Roboskî hemû parêzvanên mafên mriovan ên Roboskî ji bîr nekirin û nehiştin bê jibîrkirin, silav dikin.
Tirkiye êdî bû welatekî ku navê xwe bi komkujiyan tê hilanîn. Ji Sêwasê heta Mereşê, ji Geziye heta Roboskê ti ji komkujiyan nehatin ronîkirin. Ronînekirina komkujiyan di heman demê de rê li ber komkujiyên nû vedike. Tevî ku eşkere ye komkujiya Roboskî bi balafirên şer ve hatiye kirin û yên dewletê bi rê ve dibin ji vê komkujiyê berpirsyar in, dosya hatiye girtin. Girtina dosyayê nikare rastiyê biguherîne. Rastî ew e ku balafirên şer ên vî welatî bombe li welatiyan barandin û 35 can ji nava me birin. Heta ku hesabê vê neyê dayin, destpêkeke nû nepêkan e.
Bi vê wesîleyê, ji bo lêkolînkirina komkujiya Roboskî û hemû komkujiyên li Tirkiyeyê, ji bo hesabpirsînê û pêçandina birînan, divê 'Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan û Edaletê' bê avakirin. Heta ku berpirsyarên komkujiyê bên darizandin em ê jî hesabê Roboskî bipirsin.
Eger em ji bîr bikin, bila dilê me ziwa bibe."