‘Em ê têkoşîna xwe ya kedê berdewam bikin‘

Komeleya Hêza Kedê ya ji bo sê motokûryeyên bi awayekî ne bi hiqûqî ji kar hatin derxistin daxuyanî da û diyar kir ku heta karker vegerin li ser karê xwe ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Komeleya Hêza Kedê, ji bo sê karkirên motokûrye yên bi awayekî nehiqûqî ji kar hatin derxistin li ber Ofîsa Navenda Getir a li Leventê daxuyanî da. Polîsan dor li çalakvanan girt. Karkerê Yemeksepetî Ogûz Yilmaz 31 roj in li ber xwe dide, Yekîtiya Hêzê, Yekîtiya Xwendkarên Şoreşger, DSÎP piştgiriya çalakiyê kir. Pankartê ‘’Em daxwaza karê xwe dikin. Karkerê Getirê ne kole ne’’ nivîsandî hat vekirin û bê navbir dirûşmeya “Karkirê motokûrye ne kole ne“ hat berzkirin.

Alî Can Kok ê yek ji sê karkirên motokûryeyê ji kar hat derxistin axivî. Kok anî ziman ku 6 sal in ji şirketa Getirê hatiya derxistin û got: “Gava hewil daye ku siparîşê bigihîne, ji ber ku rê girtî bûye neçar maye ku bi rêya berovajî de biçe. Ji ber vê yekê ji 20’ê Gulanê ve ji kar hatiye derxistin.“

Karkerê Yemeksepetiyê ya piştgiriya çalakiyê dike Dogû Yilmaz jî diyar kir ku şirketa Getîr a reklama “Di nava çend deqeyan li ber deriyê we ye” dike, karmendên ku ji bo gihandina siparîşan neçar man serî li rêbazên cuda bidin bi şêweyek bêhiqûqî ji kar avêt. Yilmaz destnîşan kir ku şefên di dema şewbê de li ser pişta karkeran qezenc bi destxistin, hewl didin fatûraya krîzê ji karkeran derbixe û wiha got: “Me çawa karî be rêveberiya Yemeksepetiyê têk bibe, em ê Getîrê jî têk bibin. Daxwazên karkerên Getîrê yên vegera kar xala me ya sor e, bila ev daxwaz bê pejirandin.”

Ji Komeleya Hêza Kedê Çagla Karabûlût jî anî ziman ku heta ku karmendên Getîrê dîsan vegerin karê xwe ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û got: “Wê hêza kedê, desthilatdariyê têk bibe.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.