Em ê nehêlin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin

Ligel astengkirin û ablûkeyan jî Înisîyatîfa Hevgirtina Girtiyan li pêşiya Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosnaya Stenbolê daxuyanî da û got “Em ê nehêlin ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin.”

Înisîyatîfa Hevgirtina Girtiyan bi şîara ‘Azadî ji girtiyên nexweş re’ xwest li pêşiya Saziya Tipa Edlî ya li Yenîbosnayê daxuyaniyê bide. Polîsan beriya daxuyaniyê pêşiya Saziya Tipa Edlî û dora wê  girtin û diyar kirin ku qaymekamtiya Bahçelîevlerê biryara qedexekirina vê daxuyaniyê daye.

Ligel hemû astengkirina jî malbatên girtiyan bi dovîzên ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’ û ‘Tecrîd dikuje, hevgirtin dide jiyîn’ daxuyanî dan û gotin “Zarokên me dimirin. Di mehekê de 7 cenaze ji girtîgehê derket. Em ê destûrê nedin mirina zarokên xwe.”

Polîsan piştre dora parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû û malbatên girtiyan girt û xebatkarên çapemeniyê ji qadê dûr xist.

Girseyê piştî ku çalakiya xwe qedand, polîsan dîsa pêşiya wan birî.