'Em ê Mereş, 19'ê Kanûnê, Roboskî ji bîr nekin'

Li paytexta Fransa Parîsê, di salvegera komkujiyên Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê de xwepêşandana protestoyî hate lidarxistin.

ACTÎT, ADHK-Parîs, Partîzan, FEDA, CDK-F, BÎR-KAR, ODAK ên bi banga "Ji Mereş, Roboskî heta 19'ê Kanûnê hikumeta AKP'ê ya faşîst komkujiyan dewam dike" li hev civiyan, 23'ê Kanûnê saet di 15:00 de li Gare de I'Est çalakî li dar xistin.

Di çalakiyê de dowîzên ji wêneyên mirovên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan hatin hildan û careke din bal hate kişandin ser hovîtiya hate kirin.

Bi qasî 150 kes li pişt pankarta bi nivîsa "Em ê Mereş, Roboskî, 19'ê Kanûnê ji bîr nekin" dest bi meşê kirin û banga hesabpirsînê kirin. Çalakger piştî ku gihîştin meydana Repûblîqûe, daxuyaniyek hate dayin.

Bi navê hemû saziyan daxuyaniyeke hevpar hate dyain û hat gotin, "Em îro ji bo mirovên xwe yên di komkujiyên Mereş, 19'ê Kanûnê û Roboskî de jiyana xwe ji dest dane li hev civiyane. Di vê pêvajoya dîrokî de ku di nava êşên me yên hevpar de xwedî cihekî taybet e, em mirovên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û bangê dikin ku ala têkoşînê bi hişmendiya hesabpirsînê bilind bikin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, timî gefa êrîşê li karker, kedkar, bawerî û neteweyên bindest tê xwarin û hat gotin, "Komkujiyên Agirî, Zîlan, Dersim, Mereş, Çorûm, Taxa Gazî, 19'ê Kanûnê ya li Girtîgehan û Roboskî, wêneyekî şermê ye ku li sicîla tarî ya dewleta TC a faşîst cih girtiye."

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser sedem û encamên komkujiyên Mereş, 19'ê Kanûnê û Roboskî û hat gotin, "Tevî van komkujiyan, lehengî û îradeya şoreşgerî ya ku li dijî van komkujiyan hate nîşandan li dîrokê neqişîn."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşman qediya.