'Em ê li ser şopa heqîqetê ya Rizgar bin'
YRD, Navenda Ragihandinê ya Êzîdxanê û Însiyatîfa Rojnamegerên Azad ji ber şehadeta Rizgar Adanmiş sersaxî xwestin û bal kişandin ser rêwîtiya heqîqetê ya Adanmiş.
YRD, Navenda Ragihandinê ya Êzîdxanê û Însiyatîfa Rojnamegerên Azad ji ber şehadeta Rizgar Adanmiş sersaxî xwestin û bal kişandin ser rêwîtiya heqîqetê ya Adanmiş.
Nûçegihanê ANHA, Stêrk TV û Çira TV Rizgar Adanmiş, ku 12'ê Cotmehê li Dêra Zorê di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li dijî sivîlan de birîndar bû û ji hingî ve dihate dermankirin, 18'ê Kanûnê li nexweşaneyê şehîd bû.
YRD: TI CARÎ JI RÊYA RASTIYÊ VENEGERIYA
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) têkildarî şehîdbûna rojnamevan Rizgar Adanmiş daxuyaniyeke nivîskî weşand. YRD’ê Adanmiş bibîranî û di serî de sersaxiyê ji malbata wî, ji tevahî heval wî yên kar û ji gelê re Kurd yê azadîxwaz re xwest û wiha hate gotin: “Ew ê dilzosî, rûkenî û biryardariya Heval Rizgar, Dilîşan û Hogir di rêwitiya me ya heqîqetê de ji me re bibe çavkaniya hêvîyê. Weke hevrêyên Rizgar, di serî de ji malbata Adanmiş, hemû kedkarên çapemeniya azad û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku ew ê şer û têkoşîna me ya ronahî û heqîqetê ya li ser şopa Heval Rizgar, Dîlîşan û Hogiran mezintir bibe."
Daxuyaniya YRD’ê wiha berdewam dike; "Weke zarokê gelekî yê ku ziman, çand û welatê wî hatiye înkar kirin, her wiha êş û elema gelê xwe ji dil de hîs dike û di bin her şert û mercî de ew disepîne, Rêheval Rizgar lêgerînvanekî heqîqet û azadiyê bû. Kedkarên çapemeniya azad yên li pey heqîqet û ronahiyê hertim bûn hedefa dagirker û hevkarên wan. Tevî hemû zilm û zorê jî kedkarên ragihandina azad dest ji riya heqîqet û ronahiyê bernedan û bi îddîayeke mezin li pey rastiyan beziyan. Hevalên me Rizgar Adanmiş, Dilîşan û Hogir yên dema pêngava Bagera Cizîrê dişopandin şehîd bûn jî bûn şopdarên rastî û ronahiyê. Weke Gurbetelî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Mustafa Mihemed, Xerîb Welat, Mazlum Bagok, Agirî Banê, Fîraz Dağ, Vedat Huseyîn Elî û hemû hevreyên me yên din, Rizgar, Dilîşan û Hogir jî şopên mezin yê berxwedanê li dîroka ragihandina Kurdistanê zêde kirin.
MALBATA ADANMIŞ JI BER ZILMA DEWLETA TIRK KOÇÎ BAŞÛR KIR
Malbata Adanmiş ku ji herêma Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ye, 1996’an ji ber zext û zordariya dewleta Tirk weke bi sedan malbatên Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê kiribû.
Malbata Adanmiş di salên koçberiyê de li gel her cure zext û zordariyê jî yek gavê jî ji têkoşînê dûr neketiye. Piştî ku li kampên cuda yên Başûrê Kurdistanê maye derbasî Kampa Mexmûrê bûye û li vir jî têkoşîna xwe dewam kiriye.
Hevrêyê me Rizgar ku di nava malbatake welatparêz de mezin bûye, ji bo ku rastiya qirkirinê ya li Kurdistanê ji cîhanê re ragihîne biryar daye ku bibe dengê gel û sala 2012’an tevlî nava xebatên çapemeniya azad dibe. Rêheval Rizgar ku bi Rêheval Denîz Firat re dest bi karê ragihandinê kir, dema ku êrîşên DAİŞê destpêkir, ji bo ku heqîqetê nîşan bide bi Denîz Firat re di cepheya herî pêş de cihê xwe girt. Weke zarokekî gelê bindest, ji bo ji nêzîk ve şoreşa gel a li Rojava pêş dikeve bibîne, jiyan bike, bişopîne û bi hemû gelên dinyayê re parve bike, di sala 2014an de derbasî Rojava bû.
JI BO ÊŞ Û TÊKOŞÎNA ÊZÎDXANÊ RAGIHÎNE ÇÛ ŞENGALÊ
Hevrê Rizgar di sala 2016’an de berê xwe da Êzîdxanê da ku êş, xemgînî, berxwedan û rêxistinbûna gelê xwe yê Êzdî ji cîhanê re ragihîne. Di dema qetlîama Xanesorê de bi Rêhevala xwe ya Nûjiyan Erhan re ku ew jî li wir bû û di vê armancê de bedêl da, mil bi mil kar dike û êş û azara gelê Êzîdî û hemû heqîqetê bi dinyayê didin naskirin. Piştî Şengalê Rêheval Rizgar Adanmiş careke din berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê, weke nûçegihanê şer ê dilxwaz, her dem di cepheya herî pêş de cihê xwe girt û bû lêgerînvanekî rasteqîn ê heqîqetê.
Hevrêyê me Rizgar, di dema şopandina pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrazorê de tevî hevrêyên me Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed rastî êrişeke bombeyî ya çeteyan hatin. Hevrêyê me Rizgar Adanmiş piştî berxwedana 70’ê rojan şeva 18’ê Kanûnê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin tevlî karwanên şehîdên çapemeniya azad bû.
Em soza xwe dubare dikin, ku em ê bibin şopdarê kevneşopiya heqîqet û berxwedanê, ku bi ked û xwêhdan û xwîna Rizgaran ava bûye. Em ê xewn û xeyalên wan, di her dem û her derê, di xebatên xwe de, bi cih bînin. Wê ti car rastî di bin tarîtiya dagirkerî û faşîzmê de nemîne, wê rojên ronî werin. Wê her demê, kesên li ser şopa Rizgaran, berdêla wê çi dibe bila be, rastiyê qîr bikin, binivisînin, biweşînin û hebin."
NAVENDA RAGIHANDINÊ YA ÊZÎDXANÊ: DENGÊ GELÊ ME GIHAND CÎHANÊ
Di vê derbarê de Navenda Ragihandinê daxuyaniyek da û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Daxuyanî wiha ye:
"Di dîrokê de çapemeniya azad û xebatkarên xwe her tim rastî êrîşên hovane hatine û bûne hedefa hêzên dagirker.
Herî dawî nûçegihanê ANHAʹyê û xebatkarê Stêrk TV Rizgar Adanmiş bûbû hedefa êrîşa çeteyan DAIŞʹê. Rizgar di encama êrîşê de birîndar bû û piştî berxwedaniya 70’ê rojan şehîd bû. Piştî ku Şengal dikeve bin dagirkeriya DAIŞʹê Rizgar berê xwe dide Şengalê û di Êzîdxanê de kar û xebatên çapemeniyê dide meşandin. Her wiha di Çira tv de pêşkêşvanî kiriye û dengê gelê Êzîdxanê ji raya giştî re radigihand.
Rizgar di xebatê de ne tenê heval bû, ew ji bo me tevan mamosta bû jî. Hemû hevalên ragihandina Êzîdxanê dibin perwerdeya rêheval rigar re derbas bûne û di xebata xwe de vê perwerdeyê esas digirin.
Rizgar ji bo rastiyê her tim di nava lêgerînê de bû, li kudera Şengalê neheqî hebûya Rizgar li wir bû û ji bo raya giştî rastî û heqîqet radigihand. Dema ku çeteyan Êrîşî herêma Xanesorê kirin û hevala me Nûjiyan Erhan dema ev bûyer ragihand şehîd bû, Rizgar her bûyereke ku li wir diqewimî bi rengekî aktîf ji raya giştî re radigihand.
Ragihandina Êzîdxanê bûye ragihandina şehîdan û wê li ser şopa wan xebata xwe pêş bixe û bide meşandin. Wê heta dawiyê soza me Agir, Nûjiyan û Rizgar be, em ê tu caran xeta wan berneden û mîrasa ku ji bo me hiştine di kar û xebata xwe de pêk bînin.
Di dawiyê de, wek xebatkarên ragihandina Êzîdxanê, em dibêjin bila serê malbata Rizgar sax be û her kes bi zanibe ku rastî û heqîqet wê tu caran neyên wendakirin. Em ê her tim li ser şopa şehîdên heqîqetê bin û wê ked û emega rêhevalên me li erdê nemîne."
ÎRA: EM Ê LI SER RÊYA ROJNAMEVAN RIZGAR ADANMIŞ MEŞA HEQÎQETÊ BIDOMÎNIN
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad ji bo rojnameger Rizgar Adanmiş ê ku li Rojava ji ber êrîşa DAÎŞ’ê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Daxuyaniya Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad wisa ye:
"Rojnamegerên li pey heqîqetê herî zêde li qada şer rastî zext, zordarî êrîşanên dagirker, mêtînger, desthilatdaran tên û tên kuştin. Ji ber ku hêzên desthilatdar dixwazin li gorî berjewendiyên xwe pergalekê ava bikin û rojnamegerên ku rastiyan ronî dikin ji bo berjewendiyên wan dibin asteng, ew jî rojnamegeran dikin hedef. Kedkarên çapemeniya azad yên li pey heqîqet û ronahiyê her tim bûne hedefa dagirker û hevkarên wan. Tevî hemû zilm û zorê jî kedkarên ragihandina azad dest ji rêya heqîqet û ronahiyê bernedan û bi îddîayeke mezin li pey rastiyan beziyan. Hevpîşeyê me Rizgar Adanmiş, Dilîşan û Hogir yên dema pêngava Bagera Cizîrê dişopandin rastî êrîşê hatin û jiyana xwe ji dest dan jî bûn şopdarên rastî û ronahiyê. Weke Gûrbetelî Ersoz, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan hemû hempîşeyên me yên din, Rizgar, Dilîşan û Hogir jî şopên mezin yê berxwedanê bi raya giştî re par ve kir.
DAÎŞ’ê di 12’ê Cotmeha 2017’an de li herêma Dêra Zorê li dijî sivîlan komkujiyek pêk anîn, nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) û xebatkarê Stêrk TV Rizgar Adanmiş li cihê bûyerê bûn. Di vê êrîşê de nûçegîhana ANHA’yê Dilîşan Îbiş jiyana xwe ji dest dabû, nûçegîhan Hogir Mihemed û Rizgar Adanmiş tevî gelek welatiyên sivîl birîndar bûbûn. Hogir Mihemed di 15’ê Cotmeha 2017’an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Rizgar Adanmiş ê wê demê bi giranî birîndar bûbû jî di 18’ê Kanûna 2017’an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad ji hemû xebatkarên ANHA û Stêrk TV û malbata Rizgar Adanmiş re sersaxiyê dixwazin û em dibêjin cihê Rizgar bihişt be. Em wekî hempîşeyên wî em ê têkoşîna wan a ronîkirina rastiyan û heqîqetê berdewam bikin. Em ê rastiyan ji nava taritiyê derxînin û ronî bikin."