Em ê li dijî bêrûmetkirinê ya bi kincên yekreng li ber xwe bidin

Tûncel: Ferzkirina kincên yek-reng êrîşeke li dijî rûmeta mirovahiyê, heq û azadiyan e. Em ê bi ti rengî vê bêrûmetiya ku li ser me hatiye ferzkirin qebûl nekin. Em ê li dijî vê hişmendiyê berxwedanê geş bikin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, ji Girtîgeha Tîpa F ya Nimro 1 a Kandirayê Derbarê Biryarnameya Bi Hikmê Qanûnê (BHQ) ya dawî de peyameek şand.

Tûncel diyar kir ku Tirkiye dike ku ji kendalekê werbibe û got:

"BHQ ya dawî sûcên dijî mirovahiyê, êşkenceyê, mêtingeriya kedê, dubendîbûnê dixe ber ewlehiya dewletê de. Ferzkirina kincên yek-reng erîşeke li dijî rûmeta mirov, heq û azadiyan. Em ê ti caran vê bêrûmetiya ku li ser me hatiye ferzkirin qebûl nekin. Em ne tenê kincên yek-reng biçirînin û bavêjin, her wiha li dijî vê hişmendiyê em ê berxwedaniyê jî geş bikin.

Bi vê çarçoweyê bêcezahiştina ku nîqaşa wê tê kirin, bi teşwîqkirna hewldanên lîncê, şerê navxwe tev dide, derfetên ku civak bikaribe bi hev re bijî ji holê radike. Ev BHQ ya dawî gefê li hemû gelên Tirkiyê, li ewlehiya jinan, li azadiyê dixwe. Pir hewceyî pê heye ku li dijî vê dengekî xurt were derxistin. Desthilatdariya ku reklama wê dike ku taşeron kirine kadro, pergala mêtingeriyê, bi rengê ku amûra veşartiya rastiyan be ev derxistiye holê."