Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi taybetî ji bo girtiyên welatparêz ên şoreşger bûne navendên êşkenceyê. Polîtîkayên cihêkar ên li hemberî girtiyên nexweş, taloqkirina cezayên girtiyên nexweş, cezayên dîsîplînê, tundiya gardiyan û polîsan li girtîgehan berdewam in. Yên li ber binpêkirina mafên girtiyan radibin, rû bi rûyê tundiya polîsan dibin. Hevserokên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Okan Danaci û Yaren Tûncer ku 12’ê Adara 2023’yan bi ser malên wan de hat girtin û hatin destgîrkirin û girtin, ev çend roj in ku hatine berdan. Em bi hevserokên SGDF’ê re li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û têkoşîna ciwanan a serdema nû axivîn.
TECRÎDA LI GIRTÎGEHAN
Okan Danaci diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê pirsgirêk in û divê lêkolîn û niqaş li ser vê pirsgirêkê bê kirin. Danaci diyar kir ku binpêkirina mafan bi taybetî dema hevdîtinê tên kirin û wiha got: “Di girtîgehên Tirkiyeyê de tecrîd gelek e. Kesên tên hevdîtina we rûbirûyê lêpirsîna ewlehiyê dibin, hevalên we nikarin werin dîtina we. Mînak malbata we tê û saetek maf didin. Heta ketin û derketinê dem diçe û hûn tenê dikarin nîv saet hevdîtinê bikin.”
‘LI GIRTÎGEHAN SIXÛRÎ TÊ FERZKIRIN’
Danaci diyar kir ku di nav gritiyan de xwendekar jî hene û da zanîn ku mafê perwerdehiyê yê xwendekaran ji dest hatiye girtin û bersiv ji daxwaznameyan re nayên dayîn. Danaci anî ziman ku li girtîgehê sîxûrî tê ferzkirin û gelek caran bi ser hicreyan de tê girtin û wiha axivî: “Gelek caran bi ser hicreyan de digirin. Dest didin cilên mirov jî. Nahêlin ku mirov zêdeyê pirtûkan bikire, nikare her pirtûkê bikire û her cilî li xwe bike. Her wiha gelek zehmet e ku meriv xwe bigihîne amûrên ragihandinê yên wekî radyo, televîzyon û hwd. Helbet em ê li dijî van binpêkariyan têbikoşin.
Yaren Tûncer jî diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê girtîgehan weke qadeke ku hemû beşên civakê dikarin têkevin dibîne û girtîgehan weke amûreke zextê bi kar tîne û wiha pê de çû: “Desthilatdarî girtîgeh û girtinê weke amûreke zextê bi kar tîne. Ger hûn bipirsin çawa bi kar tîne; em weke hevreyên 33 kesên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin, me li girtîgehê bernameyeke bibîranînê li dar xist û di vê bernameyê de ji ber ku me navên 33 kesan bi bîr anî û ji bo wan stran gotin, rêveberiya girtîgehê lêpirsîn li me kir û ceza birî.
Di heman demê de dema li dijî binpêkirinên li girtîgehan dirûşme tên berzkirin, yekser dibe mijara lêpirsînê û ceza tên birîn. Her wiha şert û mercên girtîgehê ji bo girtiyên siyasî dijwartir dibin. Ji ber ku nexweşê çolyakê me, min di girtîgehê de bernameya xwarinê ya taybet digirt, lê xwarinê pir kêm didin.”
‘GARDIYAN TÊKILÎ CIL Û BERGÊN JINAN DIBIN’
Tûncer got ku xwe gihandina berhemên paqijiyê û lênerîna şexsî pir zehmet e û da zanîn ku paçên jinan ên ku dîroka wan bi ser de çûne didin jinan û wiha pê de çû: “Paçên jinan ên dîroka wan bi ser de çûne li kantînê tên firotin. Li gel ku me gelek caran vê rewşê anî ziman jî hîna nehatiye guhertin. Di heman demê de li girtîgehê dema diçin hevdîtinê, an jî dema mafê xwe yê werzişê ku hatiye sînordarkirin bi kar tînin, gardiyan dest didin cilan. Gotinên weke ‘Ev der girtîgeha mêran e, cilên we ne guncaw in’ dikin. Her tim hewil didin sînoran li ber girtiyan deynin. Ev yek bi taybetî li ser girtiyên siyasî tên pêkanîn.”
Tûncer diyar kir ku têkoşîna ciwanan wê ji niha û şûnde xurtir bibe û da zanîn ku bêhêvîtiya di pêvajoya hilbijartinê de bi têkoşînê derbas bikin û got: “Me hilbijartinan li pey xwe hişt. Mixabin weke sosyalîst, şoreşger û demokrat me pêvajoyeke hilbijartinê ya serkeftî li pey xwe nehişt. Ev bi awayekê xwezayî hem di nav ciwanan de û hem jî di nav kedkaran de bû sedema bêhêvîtiyê. Lê em vê bêhêvîtiyê dikarin bi mezinkirina têkoşînê berovajî bikin.”