'Em ê hesabê hevrê Aysel Koç bipirsin'

Partiya Maoîst Komunîst derbarê Aysel Koç ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, got, ''Desthilata Erdogan û revdeya êşkencekar tawanbar e. Partiya me, zû dereng wê hesab ji berpirsan bipirse.''

Partiya Maoîst Komunîst derbarê Aysel Koç îro li girtîgehê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin Aysel Koç 3'yê Adara 2020'an li Girtîgeha Enqere Sîncanê ''nemir bûye'' û hate gotin,''Partiya me êşa hevrêya xwe par ve dike, bi hişmendiya hesabpirsînê bîranîna wê, wê bide jiyîn.''

'EM Ê HESAB BIPIRSIN'

Partiya Maoîst Komunîst bi berdewamî got:

''Bi rengekî berbiçav deshilata Erdogan û revdeya êşkencekar berpirs e. Partiya me wê berpirsan ji bîr neke, zû dereng hesab bipirse.

Koalîsyona AKP/MHP'ê ya bi rêveberiya Erdogan desthilateke faşîst a har û dijminê gel e. Dijminê mirovan û sirûştê ye. Barbariyeke yekreng, nîjatperest û şowen, faşîstê qebe û desthilatdariya êrîşkariya şer a dagirker e.''