‘Em ê her tim li qada bin’

‘Em ê her tim li qada bin’

Weke her hefteyê li Êlihê, Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê berdewam kirin.

Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîlên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan. Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, û gelek kes amade bûn. Li ser navê ÎHD û malbatên windayan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Osman Kunteş daxuyanî xwend. Kunteş, diyar kir ku 241’emîn hefteye bi dayikên xizmên windayan re li qada ne û wiha got: “Ji bo windayên di salên 1990’î de hatin windakirin, ji bo cinayetên faîlên wan ne diyar û ji bo gorên komî daxwazên me yên edaletê didomin. Heta ev daxwazê me edaletê bigîhêje encama xwe dê çalekiyên me bidomin û em ê her tim li qada bin.”

Kunteş, bi bîr xist ku di 28'ê Îlona 2009'an de zaroka 12 salî Ceylan Onkol ku li gundikê Xambazê yê Navçeya Licê ya Amedê bi guleya hawanê ya leşkeriyê jiyana xwe ji dest daye ev bûyer li gel 4 salan ne hatiye ronî kirin û anî ziman ku li gel sal bi ser bûyerê re derbas bûn hêj qatîlên Ceylan ne hatine girtin û darizandin. Kunteş, bal kişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Ji roja pêvajoyê destpêkiriye û ku milîtanên PKK vekişiyan li gel vê pêvajoyê mirinên pêk nehatine tiştek kêfxweşiyê ye. Divê di vê pêvajoyê de bibe pêvajoya rû bi rû bûne. Em dewletê dawetî rû bi rû kirina faîlên ne diyar û cinayetan dikin. Divê ku pêvajoya rû bi rû bûne bê jiyandin. Em di vê mijarê de dibêjin bila BM bila bi lez peymana windayan erê bike. Ger ku ev pêkata demokratîk hatiye amadekirin de peymana windayan tune be, em dibêjin di wê pakêtê de kêmasî heye. Bila demildest wan kêmasiyan temam bikin û di wê mijarê de em daxwaz dikin ku bila ew doz rastî dem borînê neyên.”

Piştî daxuyaniyê çalekî bi çalekiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.