‘Em ê her qadê vegerînin şaxên MKM’ê’
Xebatkarên MKM’ê ya Îzmîrê, diyar kirin ku qedexe neçareseriye, anî ziman ku êdî wê her qadê vegerînin şaxên MKM’ê.
Xebatkarên MKM’ê ya Îzmîrê, diyar kirin ku qedexe neçareseriye, anî ziman ku êdî wê her qadê vegerînin şaxên MKM’ê.
Xebatkarên Navenda Huner û Çandê ya Mezopotamyayê (MKM), bi daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya avahiyên ku hatine girtin û mohrkirin bertek nîşan dan.
Bertî diyarkir ku qedexe çareseriyê naîne, êdî wê her qadê vegerînin şaxên MKM’ê.
Bertî destnîşan kir ku di serî de çanda Kurd û hemû pêkhateyên cuda muzîk û çanda xwe di bin sêwanan MKM’ê de dida jiyîn û anî ziman ku divê hemû çand hebûna xwe dewam bikin.
Bertî bi bîr xist ku MKM Îzmîr ev 22 sal in ku xebatên xwe dide meşandin, binî xet kir ku helbest wê li kolanan heyîna xwe bide berdewam kirin.
Daxuyanî bi dirûşman ve bi dawî bû, her wiha polîsan jî derdora avahiyê dorpêç kirin.