'Em ê bi yekîtiya neteweyî û berxwedanê hesabê Roboskî bipirsin'

KCDK-E mirovên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji des dan bi bîr anî û got, "Ji bo hesabpirsînê divê em yekîtiya xwe ya neteweyî, rêxistinbûn û berxwedana xwe geş bikin."

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji ber salvegera Komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk timî bi komkujî, polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê xwestiye têkoşîna gelê Kurd bitepisîne û tine bike."

Dîwana Hevserokatiyê ragihand ku 28'ê Kanûna 2011'an dewleta Tirk komkujiyeke din kir û got, "Dewleta Tirk a xwînmêj, bi balafirên xwe yên şer bombe li ser 34 ciwanên Kurd barand û ew bi xwînxwarî kuşt. Serokwezîrê wê demê got, 'min fermana komkujiyê daye' û bi vî rengî li xwe mikur hat ku komkujî plankirî ye. Her wiha xelat dan kujeran û bi vî awayî polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan îlan kirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew zanin Komkujiya Roboskî di encama polîtîka û planên desthilatdariya AKP'ê û dîktatorê wê yê faşîst Erdogan de hatiye kirin û hat gotin, "Ji bo hesabê vê komkujiyê were pirsîn û meşa me ya azadiyê bi ser bikeve, divê em yekîtiya xwe ya neteweyî, rêxistinbûn û berxwedana xwe geş bikin."

KCDK-E şehîdên Roboskî bi rêzdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe xurtir bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Meşa azadiyê û têkoşîna bi rûmet a gelê me wê teqez bi ser bikevin. Ti zilm û zalim nekariye xwe ji hesabdayinê rizgar bikin. Ya bi ser bikeve wê têkoşîna azadiyê ya gelê me be."