‘Em ê bi geşkirina şoreşa Rojava êrîşan pûç bikin’
Fermandariya Rojavaa TKP/ML TÎKKO êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar kir û got: ‘’Em ê bi geşkirina şoreşa Rojava êrîşan pûç bikin’’
Fermandariya Rojavaa TKP/ML TÎKKO êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar kir û got: ‘’Em ê bi geşkirina şoreşa Rojava êrîşan pûç bikin’’
Fermandariya TKP/ML TÎKKO li ser êrîşên dewleta Tirk a faşîst daxuyaniyeke nivîskî da, şervanên ku di Qereqoçê de jiyana xwe ji dest dane û sivîlê ku li Şengalê jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin ew ê li bîranînên we, bi xwedîderketina li şoreşa Rojava û destkeftiyên Şengalê mezintir bikin û wiha hate gotin: ‘’TC ya faşîst ku AK(Spî)yê kevneşopiya qirkirinê ye û nûnerê we hikûmeta AKP’ê, di salvegera qirkirina Ermenan de êrîş biriye ser hêza gewherî ya gel, şervanên gel û hewl daye ku şerê mafdar ê Rojava û Şengalê asteng bike. Lê di ti dema dîrokê de zordar mayinde nebûne lê berxwedêr her domdar bûne, gotina dawî her berxwedêran gotiye.’’
Bi domdarî wiha hate gotin ku ew ê Şoreşa Rojav biparêzin û bang kir ku hemû gel û dostên wan ji bo êrîşên Tirkiyê pûç bikin xwe tevlî nav têkoşînê bikin.