Em biryara di derheqê Tuncel de nasnakin
Em biryara di derheqê Tuncel de nasnakin
Em biryara di derheqê Tuncel de nasnakin
Meclîsa jinan a BDP’ê li ser erêkirina cezayê Hevserokê HDP’ ê Tuncel bertek nîşan da û got; “Çawa ku di pergala hiqûka heyî de biryarên tên dayîn tune tên hesibandin, ev saziyên ku biryara ji bo me jî hikmê van tineye.” Meclîsa jinan a BDP’ê, li dijî biryarê bangevaziya piştgiriyê kir.
Di daxuyaniya Sazîya dadê ya wek ‘ketî nava desthilatdarî û avzê (çamur)’ bin av kir û got, dadgeh fatureya bê meşrûtîyeta xwe ji gelan û nûnerên siyaseta demokratik derdixe.
‘JI KURD Û SIYASETA DEMOKRATÎK RE PEYAMEK’
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ewqas hilbijêren siyasî li girtîgehan dil girtine, vekî lekeyek reş li hemberî siyaset û hikûkê sekiniye, daxwaza li ser van dilgirtiyan hinek din zêdekirin da diyar dike û eşkereye ku hikûka ku heye li pêşîya demokratîkbûnê astengiya herî mezine. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Cezayê Tuncel ku ji aliyê daîreya 9’emin a dadê ve erêkirina dê, li Tirkiyê meşrûyeta hiqûqê carek din daye ber nîqaşê. “Bi teybet di demên dawî de yên ku li ser desthilatdar ji hev hesap dipirsin ku dad xistine qada şer, bi vê biryara ku da çikas ji edaletê durketiye li ber çavaye. Ev biryara ku di salvegera Robaskê de hat dayîn, ji Kurdan û kesên ku di siyaseta demokratikte israr dikin mesajeke siyasiye.”
Daxuyanî wiha berdevam kir; “Ev sazî û biryara dadê her tim li beramberî siyaseta demokratik wek şeklekî gef tê bikaranîn. Cezayê dadê ku li Sebahat Tuncel hatî erêkirin ne hiqûqî bi giştî parçeyek ji gefxwarina siyasiye. Di şexsê Sebahat Tuncel de Kurd, kedkar, Elewî, nasnemeya zayendî û hemû aliyên ku tên perçiqandin bi teybet muxalefeta jin û siyaseta perçikandina tekoşîna azadiyêye.”
Di daxuyanîyêd e, “hikûka ku her tim bê hikûkî û bê adaletî diafirîne, tenêbuna wê ji hebûna wê zedetir dikevê nîkaşê, em caredin diyar dikin ku ev biryara antî demokratik ku hatiye dayin em nasnakin. Di hiqûqa ku heyî de çawa ku hukm tıne tê hesibandin, bir yarê ku ev sazî didin jî ji bo me bê kiymetin.” Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku têkoşîna xwe li dijî van pêkanînan bilind bikin.