'Em berxwedana li dijî neheqiya bi biryarnameyan tê kirin, geş bikin'
Akademîsyen Nûriye Gulmen a bi neheqî ji wezîfeyê hat kirin û ji bo li karê xwe vegere bi rojane li Kolana Yukselê li ber xwe dide, banga berxwedanê li gelên Tirkiyeyê kir.
Akademîsyen Nûriye Gulmen a bi neheqî ji wezîfeyê hat kirin û ji bo li karê xwe vegere bi rojane li Kolana Yukselê li ber xwe dide, banga berxwedanê li gelên Tirkiyeyê kir.
Akademîsyen Nûriye Gulmen a bi neheqî ji wezîfeyê hat kirin û ji bo li karê xwe vegere bi rojane li Kolana Yukselê li ber xwe dide, banga berxwedanê li gelên Tirkiyeyê kir: "Desthilatdariya AKP'ê dixwze em helwesteke teslîmkar nîşanî polîtîkayên şer ên li dijî gel bidin. Bang li her kesî dikim ku li her cihê lê ye li dijî Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de ne, li ber xwe bidin."
Akademîsyen Nûriye Gulmen ku li Zanîngeha Selçûkê Wezîfedara Lêkolînê bû, lê ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve bi neheqî ji kar hat kirin û Mamoste Semîh Ozakça ê bi biryarnameya 29'ê Cotmehê ji kar hat kirin, li dijî hemû astengiyên hêzên dewletê bi rojane li Kolana Yukselê li ber xwe didin.
'GELEK CARAN HATIM BINÇAVKIRIN'
Gulmen da xuyakirin, ku hêzên şoreşger-demokrat ji berê ve di nava rewşeke awarte de li Tiriyeyê dijîn û got, "Dema bombe li ser bajarên Kurdan dihatin barandin, Rewşa Awarte nehatibû ragihandin. Dema nîvê şevê davêtin ser malan û ciwanên mîna Dîlek Dogan dikuştin jî rewşa awarte nehatibû ragihandin. Belê, dibe ku Rewşa Awarte pêvajoyeke ku êrîşeke berfireh li gel tê kirin e. Lê belê hêzên şoreşger-demokrat her tim li vî rûyê dewletê rast hatin. Li vî welatî ti carî demokrasî bi cih nehat. Hewl didin keda me, nanê me, rûmeta me ji me bistînin, lê belê em ti carî teslîm nabin. Di serî de akademîsyen, me bang li hêzên demokratîk kir. Belê, rewşa em di nav de ne ditirsîne, ez jî ditirsiyam; lê belê dema hejmara me zêde bû min dît, ku hêrseke mezin bi mirovan re heye. Û dema derfetek afirî, vê hêrsê nîşan didin. Ez gelek caran li vir hatim binçavkirin, lê ti carî bi bêdengî min nebirin. Mirovan binçavkirin jî dan pêş çavên xwe û nerazîbûn nîşanî polîsan dan."
'GEL PIŞTGIRIYÊ DIDE ÇALAKIYA ME'
Gulmen da xuyakirin, ku mirovên li kolana Yukselê yan jî yên bi rêya medya civakî xwe digihînin wan, destekek cidî didin çalakiya wan û got, "Ew ji me re dibêjin, ku em hêvî ne û çalakiya me gelekî hêja ye."
Gulmen da zanîn, bi çalakiya rûniştinê ya li vê derê re ew mafê xwe yê demokratîk bi kar tîne û got, "Lê belê timî dibêjin ku ez bi rûniştina li vê derê re sûc dikim û min digirin binçavan.
'EM BANGA BERXWEDANÊ LI GEL DIKIN'
Akademîsyen Gulmen di serî de xebatkarên cemaweriyê bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê kir ku bi berpirsyarî rabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Desthilatdariya AKP'ê dixwaze em helwesteke teslîmkar nîşanî polîtîkayên şer ên li dijî gel bidin. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku li her cihê lê ne, li dijî Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de li ber xwe bidin."