Em ancax bi vî awayî dikarin bigihêjin armanca xwe
Em ancax bi vî awayî dikarin bigihêjin armanca xwe
Em ancax bi vî awayî dikarin bigihêjin armanca xwe
Ubeyd Mihemed ê ji bo tevlî berxwedana Kobanê bibe ji bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê tevlî YPG’ê bû û berê jî 6 salan pêşmergetî kiriye, diyar kir ku ji bo parastina Kobanê tevlî YPG’ê bûye û wiha got: “Peyama min bo gelê min ev e; divê deng û helwesta me yek be. Em ancax bi vî awayî dikarin bigihêjin armanca xwe.” Mihemed banga yekîtiya neteweyî kir û got wê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê re bibe gor an jî wê cenazeyê wî biçe Başûrê Kurdistanê."
Berxwedana Kobanê bi tevlîbûna Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê didome. Ubeyd Muhammed ê 28 salî ku 6 salan pêşmergetî kiriye tevlî YPG’ê bû û got ku ew ji bo jiyanek azad û parastina Kobanê hatiye vir. Mihemed da zanîn ku demek berê dest ji pêşmegetiyê berdaye û da zanîn ku bo wî ya girîng parastina Kurdistanê ye û ev ji ser hemû berjwendiyên wî ne. Mihemed got: “Ya Kobanê wê ji DAIŞ’ê re bibe gor, an jî wê cenazeyê min biçe Başûrê Kurdistanê. Divê her kes piştgiriyê bide Kobanê."
YA GIRÎNG PARASTINA KURDISTANÊ YE
Mihemed got: “Ez ji bo gelê xwe, ji bo Kobanê hatim. Ez ji bo parastina Kobanê li vir im. Ya li Kobanê mirin, ya li Kurdistanê mirin. Destekî min şikestiye, lê ev ji bo têkoşîna min ne asteng e. Ji bo min a girîng parastina Kurdistanê ye. Îro hemû gelê me ji bo Kobanê hevdu digire û heman tiştî dibêje. Ez gelek kêfxweşim. Divê her tim wisa be. Divê deng û armanca me yek be. Ti cudahiya Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava tune. Ya girîng parastina Kurdistanê ye.
DEMA BIRAYÊ MIN ŞER BIKIN EZ NEKARIM LI MALÊ RÛNIM
Mihemed da zanîn ku ji ber ew tevlî berxwedana Kobanê bûye gelek kêfxweşe û wiha domand, "Dema birayên min şer bikin ez nikarim li malê rûnim. Mihemed got: “Ji ber ku ez li vir im gelek kêfxweşim. Înşaalah di demeke kurt de em ê biser bikevin. Sedema min a li vir, parastina nirxên me ye. Kobanê, Kerkûk, Silêmaniyê, Sine, Amed ferq nake. Hemû Kurdistan e.
EGER GERÎLA NEHATIBA…
Ez bang li gelê xwe dikim, divê deng û helwesta me yek be. Berjewendiyên Kurdistanê di ser her tiştî re ne. Ancax em bi vî awayî bigihêjin armanca xwe.
Berê ji Rojava û Rojhilat birayên me ji bo parastina Başûr hatin. Hevalên gerîla hatibûn Başûr. Niha jî ez li vir im. Ez ji PKK’ê re spas dikim. Ji bo ku wê rojê hatin. Hatina wan tiştekî gelek xweş bû. Hatina gerîlayan dîrokî bû. Dîsa ji yên Rojava haitne re spas dikim. Hatina wan gelek gelek girîng bû. Ger gerîla nehatiba bi hezaran kes wê li Çiyayê Şengalê biketa destê DAIŞ’ê. Bila ew sax bin. Wan sivîl parastin."
EM AZADIYA SEROKATIYA XWE OCALAN DIXWAZIN
Mihemed da zanîn ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê zerarê dide pêvajoya çareseriya Bakurê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafên gelên Kurd dixwaze. Hêviya min ev e ku em ê aştiyê bînin her çar parçeyê Kurdistanê. Projeya Ocalan wê bikeve jiyanê. Em azadiya serokatiya xwe dixwazin. Lê heta ku Tirkiye piştgiriyê bide DAIŞ’ê wê zerarê bide pêvajoyê. Du daxwazên me hene, azadiya serokatiya me û gelê me.
BAVÊ MIN GELEK KÊFXWEŞ BÛ
Mihemed bi lêv kir ku malbata wî bi hatina wî ya Kobanê gelek kêfxweş bûye û got: “Malbata min nebû asteng. Bavê min gelek kêfxweş bû. Bavê min pêşmergeyê 80’î bû. Niha ez şervan im. Ferqa gerîla, pêşmerge û YPG’ê tune.em hemû bira ne. Ya wê Kobanê ji DAIŞ’ê re bibe gor an jî wê cenazeyê min biçe Başûrê Kurdistanê."