Elmanyayê ji bo hevdîtina bi Hûlûsî Akar re got, 'sira dewletê ye'

Li gel pêşnûme pirsên Partiya Çep jî Hikumeta Elman a Federal bi israr naveroka hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar re eşkere nake. Hikumetê di bersiva xwe ya nû de ji bo naveroka hevdîtina navborî got 'sira dewletê ye'.

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar 2'ê Sibata 2021'ê hatibû paytexta Elmanya Berlînê û bi hempîşeya xwe ya Elman Annegret Kramp-Karrenbaûer re hevdîtineke dirêj pêk anî bû.

Balkêş bû ku Akar piştî serdana Hewlêr û Bexdayê berê xwe dabû Berlînê. Berî û piştî vê hevdîtinê jî her du wezîran wêneyên samîmî kişandibûn ku muxalefetê bi zimanekî tund ev hevdîtin rexne kiribû.

Partiya Çep çend hefte ne bi pêşnûme pirsan dixwaze hikumet naveroka hevdîtinê eşkere bike. Hefteya derbasbûyî ji bo pêşnûme pirsa parlamenterê Partiya Çep Andrej Hunko, Wezareta Parastinê tenê gotibû, "Rewşa li Sûriye û Iraqê di nava mijarên hatin nirxandin de hebû." Parlamentereke din a koam Partiya Çep Gokay Akbûlût jî diyar kir ku ev bersiv têrker nîne û careke din xwestibû ku detayên hevdîtinê bên eşkerekirin.

BI GOTINÊN TIRKIYEYÊ BERSIV DA PIRSÊN LI SER GARÊ

Di pêşnûme pirsa nû de têkildarî êrişa li ser Garê ji hikumeta bi serokwezaretiya Angela Merkel hate pirsîn. Vê carê jî Wezareta Karên Derve bersiva pirsê da. Li gorî bersiva gihîşte ajansa me, wezaretê îdîa kir ku operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên nava sînorên Iraqê, li gorî xala 51'an a 'Mafê parastina rewa' ya Neteweyên Yekbûyî hatine kirin. Wezareta Karên Derve li ser êrişa li dijî Garê jî bi gotinên Tirkiyeyê bersiv da û wiha dewam kir:

"Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirk ve hatin eşkerekirin, li Garê li dijî kampên PKK'ê operasyoneke leşkerî hate lidarxistin. PKK di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê de ye. Hikumeta Federal daxuyaniya hikumeta Iraqê ya ku digot 'Divê Tirkiye hurmetê nîşanî yekparebûna xaka wan bide' bi erênî pêşwazî dike. Di destê hikumeta federal de agahiyeke têrker nîne ku nîşan bide Tirkiyeyê bi operasyona dawî ya leşkerî hiqûqa navneteweyî binpê kiriye."

'NAVEROKA HEVDÎTINA AKAR NABE BÊ EŞKEREKIRIN'

Wezareta Karên Derve têkildarî hevdîtina Hûlûsî Akar a bi Annegret-Kramp Karrenbaûer got, "sira dewletê ye" û eşkere nekir. Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût bersiva Wezareta Karên Derve rexne kir û got, "Di hevdîtinê de eger êrişa li ser Garê nehatibûya nirxandin wê bihata eşkerekirin. Lê belê hikumet bi israr naverokê eşkere nake ku ev yek jî nîşan dide tiştekî vedişêre."