Elmanya: Welatî divê selefiyên radîkal îxbar bikin
Elmanya: Welatî divê selefiyên radîkal îxbar bikin
Elmanya: Welatî divê selefiyên radîkal îxbar bikin
Li Elmanyayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê der barê ku êrîşan pêk bînin de fikar zêde dibin. Rayedarên Elman piştgiriya îstîxbarata Amerîkayê girtin û di dema şopandina li ser înternetê de kesên bi guman ji bo polîsan tên agahdarkirin.
Li gorî merciyên Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) li Elmanyayê hejmara selefiyan heta salên buhrî di navbera 80-90’î de bû. Di nava demê de hejmar derket 225’an.
Çeteyên DAIŞ’ê piştî komkujiyên li Sûriye û Iraqê li welatên Ewropa, dest bi çalakiyan dikin. Fikara ku wê komkujiyan pêk bînin heye.
HETA ÎRO PÊKNEANÎNA ÊRÎŞAN ŞANS E
Li gorî Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîêre, li Elmanyayê ji çalakiyeke êrîşî ya organîzekirî wêdetir, rîska ku selefî dikarin bi tena serê çalakiyan pêk bînin heye. Maîzîere got aliyên rîsk û xetereya êrîşan nayê texmînkirin û heta îro pêknehatina êrîşeke bi vî rengî şanseke mezin e.
Wezîr da zanîn ku der barê êrîşên selefiyan de divê alozî neyên çêkirin û got dê ev bi kêrî radîkalan be. Maîzîêre got: “Em baldar in lê natirsin.
Li gorî daneyên BKA’yê li Elmanyayê li djî komên ‘Îslamî’ 420 lêpirsîn hatine destpêkirin û der barê 600 kesî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 200 kes bi piştgiriya ji bo DAIŞ’ê û endamtiya wê tên sûcdarkirin. Li Elmanyayê tê texmînkirin ku 2 hezar û 800 selefî hene. Di dema ku ev hejmar 6 hezar û 300 be tê texmînkirin di dema nêz de ev ê bibe 7 hezar.
JI WELATIYAN DAXWAZA ÎXBARÊ
Serokê Giştî yê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Federal (BfV) Hans-Georg Maaben da zanîn ku li Elmanyayê hêzên selefîst gelek bi hêz bûne û xetereya esas jî ev e ku gelek kes ji ber propagandayên li ser înternetê bi bandor dibin.
Maaben got ku ji bo pêşî li van bê girtin peywir dikeve ser rola aliyên civakî. Serokê BfV’ê got ku divê kesên di nava van van koman de cih digirin ji polîsan re bên ragihandin û wiha axivî: “Serwîsên îstîxbaratê û merciyên polîsan dibe ku her tiştekî nebînin. Di tespîtkirina selefiyan de peywir dikeve ser welatiyan. Îxbarkirina van kesan nêzîkatiyeke erênî ye.
LI SER ÎNTERNETÊ ZÊDE DIBIN
Rayedarên Elman wê bi taybet giraniyê bidin ser propagandayên di înternetê de tên kirin. Midûrê Giştî yê BKA’yê Jorg Zîercke diyar kir beriya ku komên selefî bikevin nav êrîşeke mezin dikevin nav lêhûrbûnên zêde û zêdetir li ser înternetê propagandaya wê têkirin.
BI SAYA ÎSTÎXBARATA AMERÎKAYÊ
Wezareta Karên Hundir û rayedarekî din ê payebilind ê Elmanyayê re li ser mijareke din a girîng disekinin û ev jî parvekirina agahiyên îstîxbarata Amerîkayê ye.
Serokê BfV’ê Hans-George MaaBen da zanîn ku tevî nîqaşên der barê metoda şopandinê ya NSA’yê jî parvekirinên agahiyên bi îstîxbarata Amerîkayê re gelek baş in.