Elmanya wê li ku derê li Snowden guhdarî bike?
Elmanya wê li ku derê li Snowden guhdarî bike?
Elmanya wê li ku derê li Snowden guhdarî bike?
Nîqaşên li ser şopandin û guhdarîkirina li Elmanya ji aliyê NSA ve, dewam dikin. Hikûmet û mûxalefeta Elmanya xwedî nêrînên ji hev cuda ne ku Edward Snowden ê skandalên NSA derxist holê li Elmanyayê bê guhdarîkirin yan jî li Rûsyaya ku lê penaber e.
Komîsyona Lêkolîna NSA ya Meclîsa Federal (Bundestag) li dij derdikeve ku Edward Snowden ê li Moskowê penaber e, li Elmanyayê bê guhdarîkirin. Komîsyona ku partiyên desthilatdariyê CDU-CSU û SPD lê serdest e ragihand ku biryar hatiye dayîn li şûna Berlînê li Moskowê bi Snowden re hevdîtin bê kirin û lê were guhdarîkirin.
Partiyên li mûxalefetê yên Keskan û Partiya Çep (Die Linke) jî bi biryar in ku Snowden li Berlînê bê guhdarîkirin. Partiyên mûxalefetê, ji bo Snowden li Berlînê bê guhdarîkirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.
Endamê Komîsyonê yê ji partiya Keskan Konstantin von Notz diyar kiribû ku der barê skandala NSA a guhdarîkirina Elmanya de, guhdarîkirina Snowden li 'dewleta Vladîmîr Pûtîn' 'absurd' e. Von Notz da xuyakirin ku Snowden ji aliyê gerê ve azad e. Snowden xwedî destûra rûniştin-mayînê ya 3 salan a li Rûsyayê ye.
Ji Partiya Çep Martîna Renner jî ragihand ku pêkane Snowden di dawiya vê mehê de yan jî di destpêka meha Cotmehê de bê guhdarîkirin. Renner her wiha bi awayekî tund li dijî daxwaza hikûmetê derket û tê xwestin belgeyên veşartî piştî hevdîtina bi DYA re pêşkêşî komîsyonê were kirin. Renner got, "Ev belge yên Elmanyaya Federal in." Parlamentera Die Linke destnîşan kir ku ji bo tespîtkirina guhdarîkirin û şopandina Elmanya ji aliyê hemû servîsên veşartî yên dewletên din ve, divê hemû belge bên lêkolînkirin.
Li aliyê din endamên partiyên hikûmetê yên di nava komîsyonê de alîgir in ku hin agahiyên di nava belgeyên veşartî de bên reşkirin. Ji ber ku partiyên li mûxalefetê li dij derketin, neçar man ku nêrîna ji bo 'belgeyên veşartî di mercên bi ewlekariya bilind de bên xwendin' bînin ziman.