Elmanya û YE'yê bi zelalî gotin: Ku îdam were wê muzakere biqedin

Berdevkê Hikûmeta Federal a Elmanyayê Steffen Seîbert û Nûnera Yekîtiya Ewropayê (YE) Federîca Mogherînî hişyarî dan Tirkiyeyê û gotin, "Ku îdam were, wê muzakereyên bi Yekîtiya Ewropayê re biqedin."

Piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê, têkildarî daxuyaniyên îdamê yên Erdogan nerazîbûna pêşî ji hêla Elmanya û Yekîtiya Ewropa ve hate dayîn. Berdevkê Hikûmeta Federal a Elmanyayê Steffen Seîbert û Nûnera Yekîtiya Ewropayê (YE) Federîca Mogherînî hişyarî dan Tirkiyeyê û gotin, "Ku îdam were, wê muzakereyên bi Yekîtiya Ewropayê re biqedin."

Piştî hewldana darbeyê, alîgirên Erdogan xwestin xwîn bê rijandin. Li ser vê daxwazê, Erdogan jî got ew ê anîna îdamê bixin rojeva xwe.  Têkildarî vê daxuyaniya Erdogan, Berdevkê Hikûmeta Federal a Elmanyayê Steffen Seîbert peyamek weşand. Di peyamê de hat gotin, "Helwesta Elmanya û Yekîtiya Ewropayê zelal e. Em wekî kategorî, cezayê îdamê red dikin."

DEWLETA KU CEZAYÊ ÎDAMÊ LÊ HEBE NIKARE TÊKEVE NAVA YEKÎTIYA EWROPAYÊ

Seîbert diyar kir, dewleteke ku cezayê îdamê lê hebe nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê û got, "Danîna cezayê îdamê, wê dawî li muzakereyên bi Yekîtiya Ewropayê re bîne."

Komîsera Yekîtiya Ewropa ya ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Federîca Mogherînî jî da xuyakirin, ku ti dewleta cezayê îdamê lê heye, nikare bikeve nava Yekîtiya Ewropayê. Mogherînî der barê hewldana darbeyê de got, "Divê nebe hinceta binpêkirina mafên sereke û tinehesibandina prensîbên dewleta hiqûqê."