Elmanya ji ber Erdogan bi 8,7 milyon Euroyî xisirî

Serdana sê rojan a Erdogan ku pêr qediya, ji aliyê madî û manewî ve Elmanya xisirand. Gera Erdogan ku henekê xwe bi nirxên Elmanya dikir, tê gotin ku bi 8,7 milyon Euroyî xisar li Elmanyayê kiriye.

Ji kesên ji rejîma wî reviyan re got 'terorîst', xwest ku rojnamevan û siyasetmedarên ku Elmanyayê statuya penaberiya siyasî daye wan bên radestkirin, dema ku rojnamevanek ji ber tîşortê xwe yê bi nivîsa 'azadî ji rojnamevanan re' ji civîna çapemeniyê hate derxistin henekê xwe pê kir û ji bo her rexneya biçûk bi 'hêrs' bersiv da.

Hem li paytext Berlînê, hem jî li bajarê Kolnê ku yek ji mezintirîn bajarên Elmanyayê ye, jiyana rojane xitimand, tevlîhev kir. Bû sedem ku bê gotin, "Di dîroka nêz a Elmanyayê de dîktatorek li ser xalîçeya sor hate pêşwazîkirin" û "Li welatekî ku rejîma faşîst lê hate hilweşandin, destûr hate dayin ku şoveke faşîst bê kirin." Ev yek tenê çend ji zirarê manewî bûn ku Erdogan di navbera 27-29'ê Îlonê de li Elmanyayê kir.

Erdogan van salên dawî ji bo rêveberiya Elmanyayê gotibû, "Hûn mîna Naziyan tevdigerin", "Hûn bermayiyên rejîmeke faşîst in" û "Ez guh nadim gotinên Hans, ez guh didim gotinên miletê xwe". Erdogan ji ber van heqaretên xwe lêborîn ji rêveberiya Berlînê nexwest û tevî vê yekê jî serdana Elmanyayê kir.

Erdogan di her axaftina xwe de ya li Elmanyayê, nirxên azadiya ramanê û çapemeniyê bin pê kir. Serokwezîr Merkel û rêveberên dewleta Elman jî tenê lê temaşe kirin.

PARTIYA ÇEP: BILA XISARA MADÎ YA LI ELMANYAYÊ KIR BÊ EŞKEREKIRIN

Gelo Elmanya ji ber serdana Erdogan ji aliyê madî ve çiqasî xisirî? Li gorî hejmara îro ya rojnameya Bîldê, ji ber ku li Berlîn û Kolnê nêzî 10 hezar polîs hatin wezîfedarkirin, wê herî kêm 8,7 milyon Euro ji qaseya dewletê ya Elman derkeve. Lêçûnên protokolê û resepsiyona li qesra serokkomariyê ji bo Erdogan hate dayin, di nava vî pereyî de nîne. Ji bo resepsiyona ku veguherî şova Erdogan, 100 kes hatibûn vexwendin.

Parlamentera Partiya Çep Sevîm Dagdelen pêşnûme pirsek pêşkêşî Meclîsa Federal kir û li lêçûna dewletê ya ji ber serdana sê rojan a Erdogan pirsî. Tê payin ku hikumeta Merkel rojên bê bersivê bide pêşnûme pirsê.

ERDOGAN: MEKANÎZMAYÊN HEVKARIYÊ WÊ JI NÛ VE BIXEBITIN

Erdogan jî doh bi rêya Twîtterê daxuyanî da û pesnê serdana li Elmanyayê da. Erdogan diyar kir ku 'dema bi êş' a bi Elmanyayê re êdî qediya ye û bi Merkel re hemfikir in ku mekanîzmayên hevkariyê yên sekinîbûn wê ji nû ve bixebitînin.

Erdogan wiha dewam kir: "Ez pê bawer im ku serdana dewletê ya ku me li Elmanyayê kir, wê ji her alî ve dostaniya Tirk-Elman a qedîm xurtir bike. Têkiliyên aborî û bazirganiyê yên bi Elmanyayê re wê bi xurtî bidomin. Pêwîste pêvajoya endametiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê ji astengiyên siyasî û kaprîsên hin derdoran re neyê hiştin. Desteka Elmanyayê ya di vî warî de ji bo me girîng e."

Erdogan diyar kir ku wî lîsteyek ji kesên ku dixwazin radestî dewleta Tirk bên kirin dane Merkel. Mebesta Erdogan a ji "mekanîzmayên hevkariyê" jî mijarên îstîxbarat, ewlekarî û têkoşîna hevpar a li dijî tevgera azadiyê ya Kurd e. Hevkariya rejîma Enqere û rêveberiya Berlînê nexasim piştî hewldana darbeya 15'ê Îlonê qels bûbû.