Elmanya: Efrîn jî di nav de divê şerê li Sûriyeyê bê sekinandin

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê de hat gotin, Efrîn jî di nav de divê şerê li gelemperiya Sûriyeyê tavilê were rawestandin.

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşanî Rûsyayê da ku di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de daxwaza agirbestê bloke kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tenê li Xûta Rojhilat bi sed hezaran sivîl di nava şer de ne. Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê diyar kir, nayê fêhmkirin bê çaw biryara agirbestê ji KENY derneket û destnîşan kir ku bicihanîna xalên bingehîn ên hiqûqa însanî ya navneteweyî nabe ku bibe mijara danûstandinan.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, hiqûqa însanî ya navneteweyî yek ji nirxên herî bingehîn ên cîhana sivîl e û hat gotin, gelekî girîng e ku alîkariya însanî bigihêje tevahiya Sûriyeyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber vê yekê, çi li Xûtayê çi jî li Efrînê em ji hemû aliyan dixwazin ku şer biqedînin."

Di daxuyaniyê de îdîaya "rewatiya berjewendiyên ewlekariyê" yên Tirkiyeyê careke din hate dubarekirin û "fikara" li ser zêdebûna şer hate nîşandan. Di daxuyaniyê de rewşa Efrînê weke 'problemeke siyasî ya tevlîhev e' hate binavkirin û hat xwestin ku tavilê çareseriya siyasî bê dîtin.