'Elmanya çekan ji Tirkiyeyê re difiroşe, qedexeyê jê dikire'

Parlamentera Partiya Çep a Elman Hêlîn Evrîm Sommer, qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve şermezar kir.

Bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Seehofer, du saziyên girîng ên Kurdan ên li Elmanyayê; Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk pêr hatibûn qedexekirin. Nerazîbûna siyasetmedaran a li vê qedexeyê dewam dike.

Parlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û qedexekirina du saziyên Kurdan şermezar kir. Sommer bi bîr xist, dewleta Elman beriya her hilbijartinê destekê dide binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û got, "Kiryara dawî nîşan dide ku ev yek êdî bûye polîtîkayeke derve ya Elmanyayê."

'QEDEXE HELWESTEKE DIJMINANE YE LI DIJÎ GELEKÎ MEZLÛM'

Sommer nerazîbûn nîşanî Wezîrê Karên Hundir Seehofer da ku bi zimanê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû diaxive.

Siyasetmedara ji Partiya Çep got, "Wezîrên Karên Hundir ên Elmanya û Tirkiyeyê hema bêjin bi yek zimanî diaxivin. Ev yek jî nîşan dide ku bi hev re dixebitin. Girtina weşanxaneyekê û ajanseke muzîkê, helwesteke dijminane ye li dijî gelekî mezlûm ku bi derfetên kêm hewl dide hebûna xwe biparêze. Di heman demê de nîşan dide ku ji rûreşiya 'şewitandina pirtûkan' a dîrokê derseke têrker nehatiye derxistin."

Sommer bang li hêz û raya giştî ya li Elmanyayê kir ku nerazîbûnê nîşanî vê rewşê bidin ku ev nerazîbûn ne tenê piştgiriya ji bo gelekî mezlûm e, di heman demê de xwedîderketina li azadiya xwe ye.