Elmanya: Çeteyên Tirk, alîgirên Erdogan in

Li gorî rapora Wezareta Karên Hundir a Eyaleta NRW, çeteya Tirk a bi navê "Osmanen Germanîa" (Osmaniyên Elmanyayî), bi rejîma Erdogan re xwedî têkiliyeke xurt e.

Çeteya "Osmanen Germanîa" ku di salên dawî de li Elmanya, Hollanda, Awûstûrya û gelek welatên din ên Ewropayê bi navê kulûba boksê xwe bi rêxistin dike, bi belgeyan derket holê ku ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hatiye birêxistinkirin.

Ev çeteya ku bi navê koma sporê xwe bi rêxistin dike, piştre karên qirêj ên; spîkirina pereyê reş, bazirganiya narkotîk, çek û jinan dike. Li ser vê çeteyê, rêveberiya mezintirîn eyaleta Elmanyayê Nordrheîn Westfalenê (NRW) raporeke veşartî amade kir.

Li gorî nûçeyên saziyên medyayê yên li NRW weşanê dikin, ev rapor ji aliyê Wezareta Karên Hundir a eyaletê ve hatiye amadekirin û pêşkêşî meclîsa eyaletê hatiye kirin. Di raporê de tê destnîşankirin, ku çeteya navborî bi rejîma AKP'ê re xwedî têkiliyeke xurt e.

Di dewama raporê de hat ragihandin, ku hikumeta Tirk dixwaze bi destê vê çeteyê li dijî Kurd û hemû komên mûxalîf ên li Elmanyayê têbikoşe.

Li gorî rapora bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir ê NRW Herbert Reûl, çeteya Osmanen Germanîa, ku sala 2015'an ava bû, xwedî 2500 endaman e. Ev rêxistinbûna ji kulûba motorsîklet û boksê pêk tê, herî zêde li NRW aktîf e. Kom li bajarên Aachen, Bîelefeld, Bochûm, Dortmûnd, Dusseldorf, Dûîsbûrg, Essen, Koln û Munsterê çalak e.