Elî Ihsan Kitay hat tahliyekirin

Elî Ihsan Kitay hat tahliyekirin

Siyasetmedarê Kurd li bajarê Hambûrg ya Almanyayê girtibû Elî Ihsan Kitay îro di demjimêr 11.00’an de hat tahliyekirin.

Li Hambûrgê li siyasetmedarê Kurd Elî Ihsan Kitay doz hatibû vekirin û ji tebaxa sala borî de doz berdewam dikir. Dadgehê biryara dozê roja Çarşemê aşkera kir. ji bo Kitay li gorî qanûna cezayê ya Almanyayê 129b du sal û nîv ceza hatibû dayîn. Kitay ku nîvê ceza ji xwe di girtîgehê de derbaz kiribû û xetereya wî ya fîrarê tunebûn serbest hat berdan.  Parêzerên Kitay beraeta muwekîlê xwe xwestibûn.  Dozgeriya Federal ya Almanyayê (BAW) sê sal lû nîv ceza xwestibû.