El Qaîdeyê berpirsyariya êrîşa li Kerkûkê girt ser xwe

El Qaîdeyê berpirsyariya êrîşa li Kerkûkê girt ser xwe

Berpirsyariya êrîşa li hemberî avahiya îstîxbarata Iraqê ya li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê, koma bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ya ser bi El Qaîdeyê girte ser xwe.

Li Kerkûkê pêr nîvro, wesayîteke bombebarkirî li ber avahiya îstîxbaratê ya Iraqê teqiya û piştre êrîşkar ketibûn hundirê avahiyê û sivîl dîl girtibûn. Li dû pevçûna heta êvarê, bi alîkariya hêzên asayîşê yên Başûrê Kurdistanê re sivîlên dîl hatin girtin, hatibûn rizgarkirin.

Koma bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ya ser bi El Qaîdeyê bi rêya malpera xwe ya înternetê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.

Tevî avahiya îstîxbaratê êrîşkar li navendeke bazarê ya bi navê Cevahîr Mal bicih bûn û di encama êrîşa wan de 6 jê wezîfedarên emniyetê û 2 jê sivîl bi giştî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de 72 kes birîndar bûn. Her wiha 5 êrîşkar jî hatin kuştin.