El-Nusra û Koalîsyona Sûriyê bûne dijber!

El-Nusra û Koalîsyona Sûriyê bûne dijber!

Serokê Koalîsyona Opozîsyona Sûriyê Ehme El-Cerba bersiva Eniya El-Nusra ku tevî tabûrên Artêşa Azad gotibûn Koalîsyonê qebûl nakin da û got ku ew jî El-Nusra qebûl nakin. El-Cerba destnîşan kir ku dê li Stembolê bi fermandarên Artêşa Azad re bêne cem hev.

Serokê Koalîsyonê Hêzên Opozîsyona Sûriyê Ehmed El-Cerba yê ku ji bo tevlî civîna Dostên Sûriyê bibe çûbû  New York’ê  ji rojnamevanan re axivî. El-Cerab da zanîn ku El-Nusra û hin tabûrên Artêşa Azad ew qebûl ne kiriye û îdia kir ku ew jî El-Nusra qebûl nakin. El-Cerba diyar kir ku ji bo helwesta fermandarên Artêşa Azad a ji Koalîsyonê zelal bikin dê li Stambolê bi fermandarên Artêşa Azad re runên. El-Cerba anî ziman ku fermandarên neyên Stembolê dê li ser sinorê Tirkiyê li gel wan jî bêne cem hev.

Beriya niha piraniya endamên Koalîsyonê bi awayekî fermî parastina Eniya El-Nusra dikirin û di êrîşên El-Nusra yên li dijî Rojavayê Kurdistanê Endamê meclîsa Leşkerî ya Helebê Ebdulcebar El-Igêdî ku piştgiriya xwe yek ser ji Koalîsyona Hêzên Opozîsyona Sûriyê digire gotibû ew wê bi hemû derfetên xwe piştgiriya El-Nusra bikin. Alîgirên Koalîsyona Niştimanî Sûriyê mîna Lîwa El-Tewhîd jî bi DAIŞ û El-Nusra êrîşî Rojavayê Kuridstanê kirin.

El-Cerba li ser pirsên derbarê El-Nusra û têkiliya wê bi El-Qaîde re, îdia kir hebûna El Nusra li Sûriyê zêde bûne. El-Cebra siyaseta Îranê îdia kir Îran û Hizb El-Elah di Sûriyê de hene û tu hêzên navnetewî hebûna wan şermezar nake.

Serokê koalîsyona Muxalefeta Sûriyê Ehmed El-Cerba xwe ji ber parastina komîteya lêkolîna Netewên  Yekbûyê (NY) ya madeyên kîmyawî da alî. El-Cerba destnîşan kir ku madeyên kîmyawî di herêmên di bin destê Rêjîmê de ne û Rêjîma Esed berpisyarê parastina komîteya NY’ê ye.