Egîtîm Sen a Amed banga boykotê kirin
Egîtîm Sen a Amed banga boykotê kirin
Egîtîm Sen a Amed banga boykotê kirin
Şaxa Egîtîm-Sen'ê ya Amedê piştgiriya xwe ya boykotkirina dibistanan aşkera kir û bang li hemû gelên Tirkiyeyê û Mezopotamyayê kir da ku piştgirî bidin dibistanên Kurdî ku tên vekirin.
Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê der barê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û boykotkirina dibistanan li ber avahiya Gerînendeya Perwerdehiyê Bajêr ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Li gel bi dehan endamên Egîtîm-Sen'ê, Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sena Amedê Yildirim Arslan, Serokê Şaxa Komaleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) Racî Bîlîcî, endam û nûnerên saziyên sivîl ên Amedê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankartên li ser "Mahîr Çetîn ê ku ji ber axaftina xwe ya Kurdî hat kuştin, nemir e" û "Pişavtin sûcekî mirovahiyê ye" hatin vekirin de, dirûşmayên "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me rûmeta me ye" hatin berzkirin.
Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê Yildirim Arslan daxuyanî xwend û diyar kir ku mafê her gelî heye hebûna xwe bi zimanê xwe biparêze û xwe bide jiyîn heye. Arslan, destnîşan kir ku qedexekirina ziman nijadkujî û tevkujiya spî ye û got ku qedexekirina zimanekî tê wateya jenosîda çandî. Arslan, diyar kir ku dema ziman azad nebe gel jî azad nabe û wiha axivî: "Li ser hemû kesan zextên Tirkbûyînê hat meşandin û zimanên din hatin qedexekirin. Hemû rengên ku li Tirkiyeyê tên qedexekirin." Arslan bang li hemû gelên Anatoliyayê wek Pomak, Gurcî, Asûrî, Hemşîn, Laz, Ermenî û Suryaniyan kir ku li hember destdirêjiya nirxan dengê xwe bilind bikin.
Arslan, bi lêv kir ku hemû gelê wan divê li hember polîtîkayên pişavtinê ya hikûmeta AKP'ê, dibistanan red bikin, boykot bikin û wiha berdewam kir: "Ji bo dibistanek wekhev, azad, aştiyane, demokratîk a gelan em gelên li Tirkiyeyê û Mezopotamyayê vedixwînin perwerdehiya azad û dibistanên azad."
Arslan, di dawiya axaftina xwe de jî bang li raya giştî kir û ji bo rayedaran ev xal rêzkirin;
"*Hikumeta AKP'ê divê li hember mafên gelê Kurd rêzdar tevbigere û destên xwe li pêş van mafan bikişîne,
*Divê hikûmeta AKP'ê dest ji polîtîka û pergalên perwerdeya nîjadperest berde û bi hişmendiya demokrasiya gelan xwe bi nû bike,
*Perwerdehiya zimanê Kurdî di destûra makezagonî de bê fermîkirin,
*Di dibistanan de waneyên Kurdî bên dayîn û Wezareta Perwerdehiyê pergala perwerdehiyê nû bike û di rêziknameya xwe de bi cih bike,
*Divê li pêşiya pêkanîna perwerdehiya Kurdî û dibistanên Kurdî tu astengî neyên derxistin,
* Zimanê Kurdî ji pêşdibistanan destpê bike û heya zanîngehan bibe zimanê perwerdeyê,
*Hebûna gelê Kurd weke netewekê bê qebûlkirin û dîtin, mafên kolektîf bên diyarkirin û li gorî statuyekê bê qebûlkirin,
*Di heman demê de mafên gelên Kurd ên siyasî, mafên xwezayî di çarçoveya rêgezên gerdûnî de bên çareserkirin,
*Divê pirzimanî, pirçandî û pirolî wek dewlemendiyek Tirkiyeyê bê qebûlkirin,
*Kampanyaya "nehat fêmkirin" a ji bo parastina çand û zimanê Kurdî bi pêşengiya Kurdên Ewropayê hatibû destpêkirin, divê li vir ji hemû
sazî, hevşaredar, siyasetmedar bi awayek tund li ser giringiya ziman bisekine û kampanyayek bê dayîn,
*Pêvajoya çareseriyê bi navê "Rizgariya Demokratîk, Jiyana Azad" a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi vê pêngavê re gelê Kurd pêşengiya avakirina Xweseriya Demokratîk ji hemû gelên Rojhilata Navîn re dide meşandin divê bi aştiyek mayînde bê encamkirin."
Piştî daxuyaniyê, ji ber êrîşa leşkeran a li hember Dibistana Kurdî ya li Licê ya Amedê, beşdarvanên daxuyaniyê heya bûyer bi encam nebe di baxçeya Gerînendeya Perwerdehiyê Bajêr a Amedê çalakiya rûniştinê destpê kirin.