Eger hûn dibêjin ‘Femînîst Bihar’ berê xwe bidin Rojava

Eger hûn dibêjin ‘Femînîst Bihar’ berê xwe bidin Rojava

Ji Komeleya Jinan a Mezopotamya ya Gevleborg Jîn Akgul Haco ya di paneleke Parlamentoya Swêd de axivî wiha bang li jinên Swêdî kir: “Li Swêd behsa ‘Bihara Femînîst’ tê kirin. Ez pêşniyarî we dikim, çavên xwe bizivirînin ser tiştên li Rojava pêk tên.”    

11 sazî û komeleyên jinan li Parlamentoya Swêd bi temaya, “Li hember jin û zarokan şer” paneleke ku têde rewşa jin û zarokên Êzidî hat destgirtin panelek li dar xistin.

Ji Komeleya Jinan a Mezopotamya a Gevleborg Jîn Akgul Haco di axaftina xwe de bal kişand ser jinên li Rojava û Kobanê û her wiha êrîşên çeteyên DAIŞ. Haco bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ li hember Kobanê ji sê aliyan ve dest bi êrîşan kirine û ji bo parastina welet de jin di refên pêş de şer dikin.”

Haco di dewama axaftina xwe de got, “Li Swêd behsa ‘Bihara Femînîst’ tê kirin. Ez pêşniyarî we dikim, çavên xwe bizivirînin ser tiştên li Rojava pêk tên.”

Haco da xuyakirin ku jin û zilam ji bo li hember çeteyên DAIŞ axa xwe biparêzin bi dorê hem li malê û hem jî di eniyê de şer dikin û diyar kir ev berhema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Haco anî ziman ku ji, bo piştgiriya ji çeteyan re bê qutkirin û çete bên rawestandin pêwîst e mijar neqlî Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bê kirin.

Serokê Konseya Aştiyê ya Swêd Kemal Gorgu jî di axaftina xwe de got ku yekane hêza li Rojhilata Navîn li dijî çeteyan şer dike û wan rawestîne PKK û YPG ye û bi bîr xist ku bi dehezaran Êzidî ji aliyê van hêzan ve hatin rizgarkirin. Gorgu axaftina xwe wiha dewam kir, “Hê ku PKK di lîsteya terorê de ye û her kesê li vê salonê şerm e. Rêxistineke ku gelê xwe, mirovatiyê diparêze û têkoşîna wekhevî û demokrasiyê dide wek rêxistina terorê nikare bê binavkirin. Divê ev mohra bêedalet tavilê bê rakirin.”