Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê Ozgur Erol bal kişand ser serlêdana li DMME ya li hemberî qedexeya derketina derve hatiye kirin û got, "Eger DMME biryara tedbîrê werbigire, Tirkiye mukelef e ku vê biryarê bi cih bîne."
Piştî ku serlêdanên ji bo rakirina qedexeya derketina derve ya li Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve bi israr hat redkirin, parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.
4 CARAN SERÎ LI DMME HAT DAYÎN
Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (OHD) parêzer Ozgur Erol li ser serlêdanên li DMME hatine kirin agahî da ANF'ê û anî ziman ku ji ber 4 caran serlêdana wan a li Dadgeha Destûra Bingehîn hat redkirin, wan serî li DMME dane.
Erol diyar kir ku 4 caran serlêdan hatine kirin, lê belê hejmara yên serlêdan kirine gelek in û got, "Di serlêdanên li DMME de destpêkê daxwaza tedbîrê hat kirin. Eger rewşeke ku yekparebûna beden xera dike û gefê li mafê jiyanê dixwe hebe, hingî DMME biryara tedbîrê werdigire. Ev ne biryara dawî ye, tê wateya biryareke navberê."
TIRKIYEYÊ DI ROJA DAWÎ DE PARASTINA XWE KIR
Erol da zanîn ku Tirkiyeyê, parêznameya jê hat xwestin di roja dawî de ji DMME re şand û got, "Bersivên hikûmetê gihaşt ber destê DMME. Dibe ku di her kêliyê de DMME biryarê bide."
Parêzer Ozgur Erol axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Biryara tedbîrê, bi hineta ku qedexeyên derketina derve ne qanûnî ye, biryarek ji bo sekinandina biryarên li dijî qanûnê ye. Biryara tedbîrê nîşan nade ku binpêkirinek heye yan na. Tê wateya sekinandina rewşê. Biryara tedbîrê bide jî nede jî nayê wateya biryara dawî. DMME wê di mijara binpêkirina mafê jiyanê, îşkence, pêkanîna xera û binpêkirina ewlekariya mirovan de biryara dawî bide."
'MÎNAK HEYE, DIVÊ TIRKIYE BI CIH BÎNE'
Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê Ozgur Erol destnîşan kir ku hikûmet neçar e li gorî biryar 'tedbîr'ê ya ji DMME bê dayîn tevbigere û got, "Tirkiyeyê mora xwe daniye binê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê. Tirkiye mukelef e ku biryara 'tedbîrê' ya ji DMME bê, bi cih bîne. Tehemûl bi vî rengî ye. Ji ber ku Tirkiye li pêşberî Komîteya Wezîran xwedî berpirsyariyekê ye. Her wiha biryara tedbîrê ya DMME ya li ser sekinandina cezayê îdamê yê li hemberî Abdullah Ocalan hat dayîn, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi cih hat anîn û îdam pêk nehatibû."
Parêzer Erol da xuyakirin ku eger dewleta Tirk biryarê bi cih nîne, ew ê serî li Sekreterya Giştî yıa Komîteya Wezîran bidin.