EELV: Li Kobanê rewş krîtîk e, Fransa çi dike?
EELV: Li Kobanê rewş krîtîk e, Fransa çi dike?
EELV: Li Kobanê rewş krîtîk e, Fransa çi dike?
Europe Ecologie/Hawirdorparêz a Fransayê (EELV) bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa li Kobanê. Partiya hawirdorparêz diyar kir ku rewşa li Kobanê krîtîk e û pirsa "Gelo Fransa li herêmê bi çi dileyze?" kir.
Di daxuyaniya EELV de hat gotin, "Yekîneyên DAIŞ'ê bi awayekî bêrehim xwe nêzî bajarê Kurdan Kobanê yê li ser sînorê Tirkeyeyê dike. Rewş krîtîk e û ELLV li stratejiya Fransayê dipirse."
EELV da xuyakirin ku ji niha ve bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûne û got, "Têkçûna Kobanê, wê di hewldanên sînordarkirina pêşveçûna van komên xwedî pêkanînên barbar, wê têkçûneke mezin a sembolîk be. EELV ji rewşa 1,5 mîlyon Kurdên Sûriyeyî yên dikarin rastî gefa cîhadperestan bên, bi fikar e."
EELV destnîşan kir ku êrîşên hewayî jî "di pratîkê de bi kêrî tiştekî nehatine û pêşî li pêşveçûna DAIŞ'ê negirtine" û bang li Serokkomarê Fransayê û Wezîrê Karên Derve kir ku "ji bo destekkirina Kurdan ên li Iraq û Sûriyeyê yekane qeleha li dijî DAIŞ'ê ye, organîzasyonên Kurd ên li Fransayê qebûl bikin."
EELV got, "Fransa ya di nava koalîsyonê de cih digire, ji bo pêkanînên li djî dewletên petrolê ji DAIŞ'ê dikirin yan jî yekser fînanse dike û desteka çekan didin DAIŞ'ê bên qebûlkirin, dengê xwe bide bihîstin."
EELV herî dawî bang li Fransa û Yekîtiya Ewropayê kir, ku ji bo parastina gelê Kobanê tedbîrên lezgîn ên însanî werbigirin.