BI DÎMEN

‘Êdî dem ew dem e ku divê em bi hev re biçin pêş’

Endamê Desteya Rêveberiya BHH’ê Erkan Baş ê ku di mitînga ‘Em teslîm nabin’ de axivî û got: “ Em ne neçarin ku bibin koleyê Erdogan. Em li vir in, berdêla wê çi dibe bila bibe em teslîm nabin. Îro dem dema bi hevre ber bi pêş ve pêngavê bavêjin.”

Koordinasyona Ked û Demokrasiyê li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê yên îktîdarê bi silogana "Em teslîm nabin" û "Em destûr nadin dîktatoriya yek mirovî" li Qada Kartalê mîtîng pêk anî. Bi hezaran endam û rêveberên HDP, CHP, HDK, BHH, DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, Jin, LGBTÎ, ekoloji û rêxistinên Elewiyan amade bûn. Endam û nûnerên partî, komele û sendîkayan ku beşdarî mîtîngê bûn, pankarta "Em teslîm nabin, em dê bi ser bikevin" vekirin. Bi hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn bi pankart û siloganên “Roj roja li dijî faşizm, mêtîngerî, zilm û desthilatdariyê roja yekîtî û têkoüşînê ye. Roj roja berxwedan u têkoşîna li dijî Serokdewletî û diktatoruyê ye" cihê xwe li qadê girtin. Girse piştî di 3 nokteyên lêgerinê re derbas bûn cihê xwe girtin.

Ji ber nokteyên lêgerînê bi hezaran kes li pey hev rêz bûn û di lêgerînê re derbas bûn. Girsê di mîtîngê de pankarta "Em teslîm nabin, em dê bi ser bikevin" vekirin û siloganên "Em dê bi berxwedanê bi ser bivevin", "Li dijî faşîzmê mil bidin mil" û "Diz û qatil AKP" û "Qatil Erdogan" berz kirin û polîtîkayên hikûmetê şermezar kirin. Jinên tev li mîtînge bûne bi alên xemrî û cilên herêmî qad xemilandin. Li qada mîtîngê wêneyên Hevserokên HDP û DBP'ê yên girtî jî hatin vekirin. Ji ber qad tije bû bi hezaran kes li dervê qadê rawestiyan û piştgirî dan mîtîngê. Mîtîng bi Koma Muzikê ya muzakereyan dest pê kir. Piştî koma muzîke ewil Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Hezîrane ya Yekbûyî (BHH) Erkan Baş axivî. Baş, diyar kir ku îro roja bi hevre pêşveçûnê ye û got: "Recep Tayip Erdogan tu nabe padişah. Em te nakin padişah. Baş, hemû jin, ciwan, kal pîr û nasnameyên cuda yên li qadê yek bi yek silav kir û piştre dest bi axaftinê kir. Dema Baş deket ser dikê girsê bê navber siloganên "Li dijî faşîzmê mil bidin mil" û "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.

'EM HATIN TIRKIYE BIKIN YEK'

Baş, bertek nîşanî çapemeniya nêzî hawiz da û wiha got: "Weşanên nêzî îktîdarê dij propaganda dikin. Bi rojan e dixwazin me bînin hemberî hev. Dixwazin perçe bikin. Em hatin vir Tirkiye bikin yek perçe. Ew ji bo me teslîm biigirin me perçe dikin. Lê ew xwe dixapînin. Ew ji bo meqamê xwe 3 roj berê digotin me ew xapandin. Em ji bo bi hevre bêjin em naxapin em li vir in. 15 salin me li ser navê îro digot em li dijî FETO ne. Me digot paşve rû ye. Em îro vî tiştî ji bo QesrAKP/ê dibêjin. Qesr AKP Tirkiye dixe nava tariyê."

'TU WÊ NEBΠPADÎŞAH'

Axaftina Baş bê navber bi siloganên "Bijî biratiya gelan" qut bû. Baş, herî dawî wiha got: "Di vê pêvajoya ku Tirkiye ber bi tariyê ve diçe tenê gelên kedkar dikarin rawestînin. Em dibêjin Laiklik bi qasî nan û avê bi qîmet e. Nêviyê welat bûye gola xwînê. Di vê pêvajoya ku xwîn diherike em rojavayê Tirkiye nikarin li hemberî vê yekê bêdeng bimînin. Roj roja yekîtî ye. Nûnerê gelê kurd bi zorê avêtin hepsê. Divê em dengê gelê kurd ragihînin. Divê em dengê rojnamegerên ku bûn dengê gelan û hatin girtin ragihînin. Roj roja yekîtî û meşa hevpar e. Divê hemû gel li dijî îktîdarê ber bi pêşerojêve bimeşe. Divê kedkar û xizan bibin yek û li dijî îktîdarê dêbikoşin. Yên ku dibêjin aştî, wekhevî, biratî, laîklîk û em nabin koleyê Erdogan hemû hevalên me yên rê ne. Em li vir in. Em teslîm nabin û Em îro hemû bi hevre pêşve biçin. Em Recep Tayip Erdogan nakin padişah. Em te nakin padîşah. Em destûr nadin komar hilweşe."

JI HDP’Ê BANGA YEKÎTIYÊ

Hevserokê HDP’ê yê bajarê Stenbolê Dogan Erbaş jî axivî û bal kişand ser rewşa Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlementeran ên hatin girtin. Erbaş wiha anî ziman: “Darbeya ku li dijî HDP’ê hate kirin, ne darbeyeke tenê li dijî hevserokên me û wekîlên me yên ku bê heq û hiqûq hatin girtine, darbeyekî li dijî demokrasiyê ye.” Erbaş banga yekîtiyê li hêzên demokratîk kir.

Erbaş ê ku got: “Amed bikeve, wê Îzmîr bikeve, Colemêrg bikeve wê Çanakle bikeve”, bal kişand ser qeyûmên ku ji bo şerdariyên DBP’ê tên wezîfedarkirin û wiha pê de çû: “Di mijara hevserokan de wê şaredariyan jî danin ser maseyê. Wê ne tenê ji ber hevserokatiyê bên lêpirsîn. Jinan bi têkoşîna xwe hevserokatî qezenç kirin. Em bang li Wezîrê Karê Hundir dikin; bi vî awayî nikarin têkoşîna jinê bişkîn in.”

Erbaş têkildarî pêşnûmeya îstismara zayendî jî diyar kir ku wê bi têkoşîna hevpar a gelan paşve vekişînin.

Erbaş wiha got: Me biryar da ku di xebatên parlementoyê de hê bi bandortir cih bigirin. HDP ne partiyekî ku tenê di parlementoyê de siyasetê bikeye. Li kolan û qandan jî heye. Lê parlementoyê ji van dizan re hêlan ne rast e.”

Erbaş êrîş û zextên li ser çapemeniyê jî bibîr xist û destnîşan kir ku yên ku Ozgur Gundem girtin îro dibêjin Rojnameya Cûhûryetê hatiye girtin. Erbaş diyar kir ku li ser hemû muxalîfan êrîş û zext hene û li dijî van zextan banga yekîtiyê kir.

DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ YA HEVPAR

Piştî axaftinan metna çapemeniya hevpar bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Guven Gerçek li ser navê Koordînasyona Demokrasî û Kedê ya Stenbolê daxuyanî da û wiha got: “Ti sîstema zilmê heta hetayê dom nake. Em di wê baweriyê de ne, wê têkoşîna yekîtiya gelan vê taritiyê bişkîne. Em qet teslîmî van zext û zordaran nabin, teslîm nabin.”

Piştî axaftinan û şûn de li gel stranên hunermend Mervan Tan govend hate gerandin. Mitîng bi gerandina govendê û helbestan ve bi dawî bû.