Gunay ji AKP-MHP'ê re got: Hûn ê çûyînê ye, şer jî nikare we rizgar bike

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku pîlan û gefên êrişê yên desthilatdariyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina xwe ye û got, "Kuştinên siyasî jî bi rabûna li ber şer dikare bêne astengkirin."

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û bi taybetî bal kişand ser gefên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Ebrû Gunay di destpêka axaftina xwe de salvegera 9'an a damezrandina HDP'ê pîroz kir û diyar kir ku HDP ji roja avabûye û vir ve di siyaseta welêt de guhertinên bingehîn kiriye, bi siyaseta demokratîk bêhn aniye ber gelan.

Ebrû Gunay anî ziman ku paşeroj bi HDP'ê re ye û got, "Me nîşan da ku ev desthilatdarî dikare winda bike û atmosfereke nû ya siyasî bê avakirin. Di 7'ê Hezîranê de, di 31'ê Adarê de me ev bi ser xist, em ê îro jî bi ser bixin."

ŞER Û ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Ebrû Gunay got, "Em bi coş û hêvî têkoşîn û rêwîtiya xwe dewam dikin, têkoşînê mezin dikin" û wiha dewam kir, "Lê belê desthilatdarî jî vala nasekine. Temenê xwe yê siyasî ku qediya ye, dixwaze bi şer, talan û rantê dirêj bike. Bi vê têgihiştinê careke din şer sor dike. Krîza aborî heye, xwendekar li naverastê mane, li dijî mirovên ku bi komkirina kaxizan debara xwe dikin şer dikin. Kuştina jinan bi dawî nabe, her roj serçeteyekî DAÎŞ'ê li vî welatî tê girtin. Di nava endeksa sûc de ya cîhanê li Ewropayê di rêza yekemîn de ye, li nava 193 welatên cîhanê de di rêza 12'emîn de ye. Welat veguherî welatekî welê ku hêzên paramîlîter bi hêsanî tevdigerin. Desthilatdarî jî xwe ji nû ve li siyaseta şer digire.

Bi rengekî eşkere sûcê şer tê kirin, lê belê li şûna ku dersê ji siyaseta têkildarî Sûriyeyê derxîne, beriya hefteyekê Erdogan, piştre Çavûşoglû ji nû ve gefa êrişê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin. Dema ku qala dîplomasiyê tê kirin, tenê şer tê bîra vana. Pûtîn di meseleya Idlibê de ultîmatomê dide, ew jî gefa şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin. Wê bi Biden re rûnên, gefa şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin.

Ev desthilatdarî hikumeteke şer e. Yekane derdê xwe ew e ku her kesî tevlî vî şerî bikin. Ev desthilatdarî bi Tirkiyeyê dide windakirin. Berdêla her windahiyê jî bi raya giştî ya demokratîk dide dayin û hewl dide raya giştî tevlî şaşitiyên xwe bike. Ev desthilatdarî yekane rejîmeke welê ye ku xwe li her şaşitiya gotin û gavên xwe digire û hêza xwe ya bazarê jî dixwaze bi şer çêbike.

Gel kar, xwarinê dixwaze, lê desthilatdarî şer dixwaze. Ciwan paşerojê dixwazin, desthilatdarî ji wan re dibêje şer. Xwendekar perwerdeyê dixwazin, lê desthilatdarî dibêje şer. Civak maf, hiqûq edaletê dixwaze, desthilatdarî ji wan re jî dibêje şer. Yekane tişta di destê wan de maye zordarî û tundî ye. Yekane tişta ku li bendê ne ew e ku welêt bixe nava êgir û desthilatdariya xwe dewam bikin. Em careke din dibêjin ku em ê rê nedin vê zîhniyetê.

Divê gelê me ti carî bi van manîpulasyonan û berevajîkirina rojevê nexapin. Divê destûr neyê dayin ku rojeva bingehîn û rasteqîn bê nixumandin. Şer ti carî çareserî nîne, xerckirina çavkaniyan hemûyan ji b şer nabe ku polîtîkayeke dewletê be. Desthilatdarî ji bo serpêhatiyeke nû, ji bo tepisandina nerazîbûna raya giştî ya navxweyî, polîtîkayên ewlekariyê ferz dike.

Ev gav, ev gefên şer ji bo fetisandina siyasetê ye, dek û dolabek ji bo têkbirina muxalefetê ye. Gavên ji bo nixumandina rastiyê ye. Bi gotinên şer dixwazin di bin navê welat û mayindebûnê de tundiyê bi kar bînin û siyasetê bînin ser xeta xwe, bi welêt bidin windakirin. Wezîfeya rasteqîn a siyasetê ye ku bi wêrekî bi ser van pirsgirêkan û şaşitiyan ve biçe. Lewma em li bendê ne ku bi hestiyarî û berpirsyariyê, bi rexnekirinê nêzîkatî li vê siyasetê bê kirin. Çareserî rabûna li ber vî mejiyê şerxwaz ê desthilatdariyê ye. Çareserî avakirina siyaseta aştiyê ye.

'BI RABÛNA LI BER ŞER PÊŞÎ LI KUŞTINÊN SIYASÎ DIKARE BÊ GIRTIN'

Em dixwazin bînin bîra desthilatdariyê; hûn ê çûyînê ne, şer jî nikare we rizgar bike. Sûcên ku we kirine zêde giran nekin, vî welatî bêhtir nexin nava êgir, nebin sedem ku ewladên me hîn bêhtir jiyana xwe ji dest bidin. Rojên dawî mijara kuştinên siyasî ji nû ve tên nîqaşkirin. Em gotin û hişyariyên bi vî rengî cidî dibînin. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de dît ku li vî welatî sûcên çiqasî giran dikare bê kirin. Rêya pêşîgirtina li vê yekê rabûna li ber siyaseta şer e, têkoşîna hevpar e."