Ebdullah: YPG û YPJ bi ruhê fedayî şer dikin

Ebdullah: YPG û YPJ bi ruhê fedayî şer dikin

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah ku îro li Kobanê ye, da zanîn ku şervanên YPG û YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke dijwar dimeşînin û got: "Pevçûn îro 2-3 km li derveyê bajêr e. Lê ger bikevin navenda bajêr, em ê Kobanê li wan bikin dojeh."

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah, diyar kir ku pevçûnên li derdora Kobanê berdewam dikin û got ku şervanên YPG û YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi ruhekî fedayî şer dikin. Asya Ebdullah ku bi rêya telefonê bersiv da pirsên me, da zanîn ku ewlekariya jin û zarokan tê girtin.

-Niha rewşa Kobanê çawa ye?

Êrîşên li vê derê ji 15'ê Îlonê ve berdewam dikin. YPG û YPJ li vê derê li dijî DAIŞ'ê berxwedaneke mezin dimeşînin. Li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi ruhê fedayî şer dikin. Berxwedan dê berdewam bike. Em dixwazin bê zanîn ku Kobanê tu carî teslîm nabe. Pevçûn niha jî li derdora Kobanê berdewam dikin. Bi topan êrîşê bajêr dikin.

-Hin organên çapemeniyê dan zanîn ku DAIŞ ketiye navenda bajarê Kobanê.  Gelo tiştek wiha heye?

Yên ku dibêjin "Kobanê ket, vekişiyan" ne rast in. Tiştek wiha tune ye. Kobanê ji meha adarê ve li ber xwe dide. Şoreşa 19'ê Tîrmehê, ji Kobanê dest pê kir. Dê bi vê ruhê şoreşgerî berxwedana me berdewam bike. Bila baş bê zanîn ku gelê me destan nivîsandiye. Em bi hêza mirovan û derfetên kêm li ber xwe didin. Hin kes li benda ketina Kobanê ne. Dê hêviya wan kesan bişkê.DAIŞ bi hêza ji hêzên herêmê girtine êrîşê me dike. Lê ew dê bi ser nekeve.

Gelek hêzên navneteweyî jî çek û alîkariyên din didin wan. Ji her derê alîkariyê werdigirin.

Armanca DAIŞ'ê ji êrîşa li ser Kobanê çi ye?

Tiştên ku li Helepçe, Enfal û Şengalê hatin kirin, dixwazin li Kobanê jî bê kirin. Armanca wan qetilirin û qirkirina Kurdan e. Ev polîtîkaya wan a komkujiyê ji û aliyê hêzên paşverû û hin hêzên navneteweyî ve tên destekkirin. Dixwazin gelê me teslîm bigirin. Lê ew dê bi ser nekevin. Niha li Rojhilata Navîn tevgera herî hatî rêxistin kirine rêxistina me ye. Gelê me xwediyê vîn û baweriyê ye. Niha gundên ku bi dest dixin talan û wêran dikin. Bang li gelê Ereb ê li herêmê dikin ku bên malên wan ji xwe re bibin. Weke xenîmetê dibînin. Armanca DAIŞ'ê ev e.

Armanca wan ew e ku nakokî têxin nava gelan. Ji herêmên ku ew lê serdest in, Ereb dixwazin birevin. Dixwazin Kurd û Ereban berdin hev. Em nayên vê lîstokê. Em dê têkoşîna xwe ya ku li ser esasê biratiya gelan bimeşînin.

Niha li Kobanê rewşa navenda bajêr çawa ye?

Navenda Kobanê aram e, jiyana rojane berdewam dike. Ewlekariya pîr û kal, jin û zarokan hatiye girtin. Şer 2 km li derveyê bajêr berdewam dike. Bi hezaran milîtanên YPG û YPJ'ê li ber xwe didin. Ger DAIŞ bikeve navenda bajêr jî, her tişt xilas nabe. Dê bibe mirina wan. Em dê Kobanê li wan bikin dojeh.

Rojên li pêşiya me dê rewşa Kobanê çawa bibe?

Berê jî di serî de, Serêkaniyê êrîşê deverên din ên Kobanê kirin. Êrîşên mezin pêk hatin. Heta ketin navenda bajêr. Lê di dawiyê de YPG'ê navenda bajêr ji çeteyan paqij kir. Ji wan bajaran derxistin. Ger bikevin Kobanê jî dê li rastî berxwedaneke wiha bên. Dê tiştên ku qet li bendê nebûn bê serê wan.

Gelo rewşa jin û zarokan çawa bibe?

Ji bo pêşîlêgirtina komkujiyekê hemû tedbîr hatine girtin. Di vê mijarê de tu pirsgirêkek tune ye. Niha ji cihên ku şer lê hene, gel hatiye veguhestin.

Duh hate îdîakirin ku hin çeperên  YPG'ê yên li derdora Kobanê ketine?

Tiştek wiha tune ye. Carna em bi awayeke taktîkî posîzyona xwe diguherin. Evane hemû di çarçoveya taktîkên leşkerî de tên kirin. Nexêr, çeperên YPG'ê yên li derdorê neketine. Weke min got şer 2-3 km li derve ye û berxwedaneke mezin heye.

Windahiyên DAIŞ'ê çiqas e?

Li gorî ku tê texmînkirin gelek windahiyên wan hene. Gelek endamên wan tên kuştin û gelek çekên wan tên rûxandin. Herêmên wan ên lojîstîkî hene, alîkariya çek û endaman ji wana re tînin. Her tim hêza xwe teqwiye dikin. Niha gelek herêman vala kirine û hêza xwe anîne ser Kobanê.

Daxwazên we ji raya giştî ya navneteweyî çi ye?

Raya giştî ya navneteweyî biryar daye ku di mudaxeleya li dijî DAIŞ'ê de bibin yek. Lê heta niha, bi qasî tê xwestin, têkoşîn nehatiye kirin. Îtîfaqa navneteweyî divê bi YPG'ê re bikeve nava têkiliyan û piştgiriya pêwîst bide.

Duh daxuyanî hate dayin ku balafirên şer ên DYA'yê çeperên DAIŞ'ê bombebaran kirin. Gelo kuderê bombebaran kirin. Di destê we de agahî hene?

Heta niha Reqqa, Munbêj, Cerablus û Telabied (Girsê Spî) hatin bombebarankirin. Duh, hin çeperên DAIŞ'ê yên li derdora Kobanê hatin bombebarankirin. Û hin çekên mezin hatin tunekirin. Lê ev têrê nake, em dixwazin ev êrîş zêde bibin. Em dixwazin desteka pêwîst bidin YPG'ê. Ger ev neyê kirin, dibe ku komkujiyên mezin pêk bên.

Banga we ji bo Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê û Ewropayê çi ye?

Niha em gelê me yê di çalakiyan de silav dikin û piştgiriyê didin çalakiyên wan. Gelê me yê li Ewropayê divê rabe ser piyan. Divê gelê me ji bo Kobanê bikeve nava seferberiyê û piştgiriyek xurt bide. Gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê li ser sînor e û di nava vê berxwedanê de ne. Helwesta xwe nîşan didin. Bi vê rêyê pêşî li gelek êrîşên mezin girtin. Lê divê berxwedana xwe berfirehtir bikin. Divê em bi ruhê neteweyî li ber xwe bidin. Kobanê dê bi vî rengî rizgar bibe.