DYE'yê FARC ji lîsteya 'rêxistinên terorê'' derxist

DYE'ê ragihand ku wan Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ji lîsteya 'rêxistinên terorê'' derxistine.

Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Antony Blînken bi daxuyaniyeje niviskî got wan pênaseya 'rêxistina terorê ya biyanî'' FARC ji betal kirine.

Blînken got, ''Piştî peymana aştiyê ya sala 2016'an a bi hikûmeta Kolombiyayê re, FARC bi rengekî fermî hate feshkirin û bêçêkkirin. Êdî bi rengekê rêxistineke yekbûyî ya terorê û bi karê terorê re mijûl dibe nîne.''

BlÎnken her wiha diyar kir derxistina ji lîsteya terorê wê bandorê li ser wan lêpirsînan neke ku derheqê berpirsên berê yên FARC'ê de vebûbûn.

Hikûmeta Kolombiya û FARC'ê sala 2016'an li hev kiribû û FARC'ê çek berdabû.