DYE li lîderên 35 welatan guhdarî kir

DYE li lîderên 35 welatan guhdarî kir

Skandala ku piştî derket holê telefonên Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel ji aliyê servîsên îstîxbaratê yên DYE'yî hatiye guhdarîkirin rû da, mezin dibe. Li gorî belgeyên sîxurê berê Edward Snowden, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) li telefonên 35 lîderên cîhanê guhdarî kiriye.

Edward Snowden, ku piştî belgeyên îstîxbarata veşartî ya DYE li raya giştî belav kir û dûre xwe li Rûsyayê girt, di belgeya xwe ya sala 2006'an a daye rojnameya Îngilîz The Gûardîan re diyar dike, ku Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya DYE, ji bo li telefonên lîderên welatên derve guhdarî bikin ferman (dîrektîf) daye xebatkarên xwe. Piştî dîrektîfê NSA nêzî 200 nûmare xist bin qeydê. Di nava van nûmarayan de nûmarayên telefonên 35 lîderên cîhanê hene.

Hat ragihandin ku di çarçoveya vê belgeyê de Elmanyayê berî çend rojan da xuyakirin ku telefonên Serokwezîr Angela Merkel dibe ku lê hatibe guhdarîkirin. Li gorî îdîayan di nava nûmarayên telefonên mijara gotinê de telefonên Merkel bikar tînin jî cih digirin.

Nayê zanîn ku piştî sala 2006'an ev xebata îstîxbaratê dewam kiriye yan na.

Belgeyên Edward Snowden bi raya giştî re parve kir, beriya niha têkiliyên Brezîla û Rûsya yên bi Washîngtonê re hejandibû. Lê belê piştî ku derket holê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) mutefîkê herî hêzî xwe Elmanya jî xistiye nava hedefan, skandala herî mezin derket holê.

Pisporên ewlekariyê yên Elman di rewşa heyî de lêkolîn dike ka telefonên navên girîng ên hikûmeta Elman hatine guhdarîkirin yan na. Hikûmetê jî hînê ji rayêdarên DYE'yî daxuyaniyeke têrker negirtiye.

Ev skandala ku di dema kombûna civîna bilind a lîderên Yekitiya Ewropayê de derket holê, tê gotin ku dikare zerareke mezin bide têkiliyên navbera DYE û Yekitiya Ewropayê.

Bi taybetî Fransa ku nêzî 70 mîlyon e-maîl û telefon wê ji aliyê DYE ve hatine qeydkirin, bi biryar e ku li hemberî Washîngtonê pêkanîneke cidî were kirin.

Serokkomarê Fransayê Farçoîs Hollande di dema civîna bilind de bi Serokwezîra Elmanyayê re hevdîtinek pêk anî û destnîşan kir ku divê Yekitiya Ewropa li hemberî DYE helwesteke xurt û hevpar nîşan bide.

Lîderê yekane yê di vê mijarê de li civîna bilind bêdeng ma Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron e. Rojnameya The Gûardîan derxistibû holê ku îstîxbarata Îngilîz Telekoma Belçîkayê hacker kiribû û li telefonên hemû sazî û nûneriyên Yekitiya Ewropayê yên li vî welatî guhdarî kiribû. Çavkaniyê vê agahiyê jî dîsa xebatkarê berê yê NSA Edward Snowden e.