DYA û Elmanya Tirkiye rexne kir

Elmanya ya ku bersiva rapora Komîseriya Bilind a NY’yê da, got: “Li Tirkiyeyê parêzvanên mafê mirovan tên qetilkiin.” DYA’yê jî got: “Zext û çewisandinên li dijî muxalefetan fikrana dide avakirin.”

35. Rûniştina Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (BM) di roja 2’emîn de ye. Rûniştin, bi gotûbêjên li ser rapora Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY’yê Zeîd Raad Al Husseîn ku duh bi gotinî pêşkêş kirî dewam dike.

Di nava rojê de hinek rêveberên dewletê ku mafê axaftinê girtin, bersiv dan rexneyên Al Husseîn ên li dijî wan kirîn.

ELMANYA: LI TIRKIYEYÊ PARÊZVANÊN MAFÊ MIROVAN TÊN QETILKIRIN

Di axaftinên li ser navê Elmanyayê hatin kirin de, diyar kir ku divê li dijî îxlalên mafê mirovan têkoşîna hevpar bê kirin û ev tişt hate gotin: “Bê ku rêz nîşanî mafê mirovan bê dayîn, ne aştî û ne jî ewlekarî pêk tê. Hê jî li hinek welatan parêzvanên mafê mirovan, rojnamevan tên girtin û qetilkirin. Dîsa îfadeya azad û derbirînê di bin gefan de ne; weke Tirkiye, Bangledaş, Azerbaycan, Meksîka.”

DYA: LI TIRKIYEYÊ ZEXTÊN LI SER MUXALEFETAN FIKARAN DIDE AVAKIRIN

Dîsa di axaftinên li ser navê DYA’yê jî hatin kirin, rexne ji bo Tirkiyeyê hebûn. Di axaftinên bal kişand ser şerê li Yemenê qewimî de, rewşa ku derket holê fikaran dide avakirin wiha hate gotin: “Weke DYA’yê em ji zextên li Azerbaycanê yên li dijî girtiyên siyasî, zext û çewisandinên li Tirkiyeyê li ser muxalefetan,li Moldovyayê girtina serokê muxalefetê û li Taylandê sînordarkirina azadiyê bi fikar in.”

JI TIRKIYEYÊ PARASTINEKÎ PÊKENÎN: EM DEMOKRASIYÊ DIPARÊZIN!

Di rûniştinê de, ji bo bersiva rexneyên Al Husseîn ên li Tirkiyeyê hatî kirin mafê axaftinê hate girtin. Di axaftinên li ser navê Tirkiyeyê hatin kirin de, hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê weke hincet hate nîşandan û ji bo Tirkiye demokrasiyê biparêze, îdîa hate kirin ku tedbîrên pêwîst girtine.

Rûniştin bi axaftinên saziyên civaka sivîl ya têkildarî mijarê ve dom dike.