DYA hişyarî da: Eger Esad êrîşî Kurdan bike, ev yek wê şaşitî be

Wezîrê Parastinê yê DYA li ser gefên rejîma Sûriyeyê yên li dijî Kurdan got, eger êrîşeke gengaz li dijî Kurdan bê kirin, ev ê şaşitî be.

Nerazîbûna li gefên lîderê rejîma Sûrî Beşar Esad ên li dijî Kurdan, ku şervanên Kurd bi 'xayintiyê' sûcdar kir, dewam dike.

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) James Mattîs, der barê planên gengaz ên êrîşa li dijî Kurdan hişyarî da. Mattîs got, "(Êrîşa li dijî Kurdan) wê şaşitî be."

DERBASBÛNA JI SÎNORÊ OPERASYONÊ WÊ ŞAŞITÎ BE!

Mattîs bi bîr xist ku Rûsya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li aliyê rojavayê Sûriyeyê (Firatê) piştgiriyê dide rejîmê Esad û diayr kir ku DYA jî li aliyê rojhilat destekê dide operasyonan. Mattîs destnîşan kir ku di sînorên operasyonê de yên berê hatin diyarkirin ti guhertin nîne.

Mattîs got, "Derbasbûna ji vî sînorî wê şaşitî be" û ji hêzên rejîmê xwest ku derbasî herêmên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên bi pêşengiya Kurdan operasyonê dikin, nebe.

'NIYETEKE ME YA JI BO PARÇEKIRINA SÛRIYEYÊ NÎNE'

Wezîrê Parastinê yê DYA li ser pirsekê diyar kir ku armanca welatê wî ji bo 'parçekirina Sûriyeyê' nîne. Mattîs ji bo pirsa 'hûn pêşdîtinê li parvekirina Sûriyeyê dikin yan na' bersiva 'Na' da.

James Mattîs her wiha agahî da ku dîplomatên Amerîkî wê ji bo lêkolînkirina projeyên ji nû ve avakirina Sûriyeyê û rakirina mayinan biçin Sûriyeyê. Mattîs diyar kir, dîplomat wê ji aliyê leşkerên DYA ve werin parastin û got, operasyonên li rojhilatê welêt wê bidomin.