DYA: Di mijara Minbicê de me bi Tirkiyeyê re li hev nekirine

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA Heather Nauert bersiv da daxuyaniyên hikumeta Tirk ên li ser Minbicê û got, "Lihevkirin nîne."

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA Heather Nauert di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da hikumeta Tİrk û destnîşan kir ku di mijara Minbicê de lihevkirinek nîne.

Berdevkê Serokkomariya Tirk Ibrahim Kalın ji qenala El Cezire ya Îngilîzî re axivîbû û gotibû, "Ji aliyê giştî ve me li hev kir. Em niha li bendê ne ku ev lihevkirin bi cih were anîn. Eger bi cih bê anîn, bi DYA re em ê neyên hemberî hev."

'DAXUYANIYÊN KALIN KOMÎK IN'

Ev daxuyanî hate bibîrxistin û Nauert li ser vê yekê got, "Gelekî komîk e. Ji ber ku lihevkirinek nîne. Di demeke nêz de em ê vê mijarê bi encam bikin."

Rejîma Erdoğan bi daxuyaniyan gefê li Minbic û temamiya Bakurê Sûriyeyê dixwe. Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) Albay Robert Manning jî gotibû, yekîneyên Amerîka wê xwe ji Minbicê venekişînin.

DYA li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê bêdeng mabû û tenê gotibû "em bi fikar in."