Du xwendevanên ji doza Bogazîçiyê serbest hatin berdan
Du xwendevanên zanîngeha Bogazîçiyê Selahattîn Can û Dogû Demîrtaş yên ku ji ber protstokirina Rektorê Qeyyûm Melîh Bûlû hatibûn darizandin, di rûniştina destpêkê de hatin berdan.
Du xwendevanên zanîngeha Bogazîçiyê Selahattîn Can û Dogû Demîrtaş yên ku ji ber protstokirina Rektorê Qeyyûm Melîh Bûlû hatibûn darizandin, di rûniştina destpêkê de hatin berdan.
Xwendevanên zanîngehê ku li ber Edliyeya Çaglayan ya ku rûniştina dadgehê hebû, agahiya berdana her du xwendevanan bi coşekê pêşwazîkirin. Xwendevanan berdewam dirûşmeyên “Girtîgeh birûxin, ji girtiyan re azadî” û “Rektorê Qeyyûm vê biçe, emê bimînin” qêrkirin. Xwendevanan daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Me ti carî ev qeyyûmane qeebûl nekir, emê nekin jî. Yên van rektorên qeyyûm destnîşan dikin di heman demê de heman kesin ku hevşaredarên gelê Kurd girtin û qeyyûm danîne ser şaredariyên gelê Kurd. Em bi zanebûna wê yekê ve li kolanan in. Me her tim soza bindestan, karkeran, Kurdan, Eleviyan û LGBTÎ +’yan soza xwe dît. Bi soz û daxwazên wan ve em derketin qadan. Em li rex gelê Kurd yê berxwedêr, jin û karkeran bûn. Waye ji wê ditirsin. Emê lêpirsîna rayeyên Serokkomar bidomînin, dema ew raye girtin ji me nepirsîn û em jî wê rayeyê nadin. Heya ku em hemû hevalên xwe wernegirîn û heya rektorê qeyyûm neçe wê têkoşîna me bidome.”
Daxuyanî bi qêrîna dirûşmeyan bi dawî bû.