Du şoreşgerên jin ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin li Bernê hatin bîranîn

Du şoreşgerên jin ên li Stenbolê ji aliyê polîsên AKP'ê ve hatin qetilkirin û şervanê MLKP'ê Îsmet Şahîn (Pirsûs Armanc) ê li rojava jiyana xwe ji dest da, li Bernê hatin bîranînê.

Du şoreşgerên jin ên li Stenbolê ji aliyê polîsên AKP'ê ve hatin qetilkirin û şervanê MLKP'ê Îsmet Şahîn (Pirsûs Armanc) ê li rojava jiyana xwe ji dest da, li Bernê hatin bîranînê.

Du şoreşgerên jinê Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên çend roj berê li Stenbolê, di operasyona polîsan a li hemberî malekê de hatin qetilkirin û şervanê MLKP'ê Îsmet Şahîn (Pirsûs Armanc) ê li Rojavayê Kurdistanê jiyaan xwe ji dest da, li Bernê hatin bîranîn. Bi Pêşengiya alîgirên MLKP'ê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd merasîmeke bîranînê hat organîzekirin. Li salona bîranînê wêneyên her sê şoreşgern hatin daliqandin û sînevîzyon hat nîşandan.

Li vê derê, nûnerên MLKP û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axivîn. Di axaftinan de hat destnîşankirin, ku bîranîna cangoriyên têkoşîna şoreşê wê her tim di nava têkoşîna azadiyê de werin jiyîn.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...