Dr. Osman: Destwerdana hêzên derve nehişt kongre çêbibe
Dr. Osman: Destwerdana hêzên derve nehişt kongre çêbibe
Dr. Osman: Destwerdana hêzên derve nehişt kongre çêbibe
Parlementerê Parlementoya Iraqê û siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman ragihandin ku sedemên ku li pêşiya Kongreya Netewî dibi asteng, nakokiyên navbera partiyên kurdan û destwerdana hêzên ji dervene bi teybet Tirkiye û Îran e.
Parlementerê Parlementoya Iraqê û siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman duh li ser malpera xwe tora civakî Facebokê daxuyaniyekî nivîskî weşand û da diyar kirin ku, Kongreya Netewî ya ku li bendê bû bê lidarxistin ji ber sedemên destwerdana hêzên ji derve û nakokiyên di navbera partiyên Kurd de nehat lidarxistin û bû sedem kongre bê paşxistin.
Osman destnîşan kir ku, herî zêde di astengkirina Kongreya Netewî de welatên ku Kurd têde dijîn Tirkiye û Îran bûne asteng.
Osman di dewam daxuaniya xwe de bang li her sê partiyên Kurd PDK, YNK û PKK’ê dike ku bi hevkariya partiyên din yên Kurd mercên kongreyê bi afirînin û nehêlin ku hêzên biyanî destê xwe dirêjî kongreyê bikin. Osman da diyar kirin ku, ji ber ku di roja me de gelê Kurd li her çar parçeyê Kurdistanê rastî astengiyan tên pêwîstî li darxistina Kongreya Netewî heye.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê biryar bû ku di 16-17 ‘ê Tebaxa îsal de bê lidarxistin lê ji ber hinek nakokiyên di nava partiyên Kurdan û destwerdana hêzên ji derve re ta niha 2 caran hatiye li paşxistin herî dawî wê di 25-26’ Mijdarê de bihatiba li darsixtin, lê dîsan jî ji bo dîrokekî ne diyar hat paşve xistin.
Herî dawî endamê PDK’ê Fuad Hisên, di hevpeyînekê de diyar kirin ku, heta astengî û pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê çareser nebin Kongreya Netewî nayê lidarxistin.