Dr. Bêrês: Çeka şervanên Kurd cesaret û keleşnîkofên wan e

Dr. Bêrês: Çeka şervanên Kurd cesaret û keleşnîkofên wan e

Doktorê Fransî Jacques Bêrês ê ji bo piştgiriya tibî çû Rojava got, “Çeka şervanên Kurd ên li  Kobanê şer dikin cesaret û keleşnîkofên wan e.”

Damezrînerê rêxistina Doktorên Sînornenas Dr. Jacques Bêrês ê bi armanca alîkariya Tibî çûbû Serêkaniyê ya Rojava û vegeriya li Parîsê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Bêrês bi bîr xist ku Kobanê bi hefteyan e di bin êrîşa çeteyên DAIŞ de ye û got, “Wek cerahekî rewşa li wir min ji kûr ve bandor dike.” Dr. Bêrês diyar kir ku ji bo tedawiya şervanên di şerê li hember çeteyên DAIŞ de birîndar dibin bên tedawîkirin kelûpelên tibî, pir kêm in û got, “Bi qasî tê xwestin em nikarin birîndaran derman bikin.”

Dr. Bêrês banga, “Divê alîkariya leşkerî û însanî bilez bê kirin” û wiha dewam kir, “Ew bi keleşnîkofan li hember çeteyên DAIŞ şer dikin. Dr. Bêrês anî ziman ku di bikaranîna teknîkê de bêhevsengiyeke zêde heye.

Dr. Bêrês da xuyakirin ku pêwîst e bilez alîkariya însanî û leşkerî pêk bê û got ku berevajî vê dê li herêmê li hember gelê Kurd qirkirinek pêk were.” Dr. Bêrês anî ziman ku Fransa jî di nav de tu welatan alîkariya leşkerî ji herêmê re nekirine.