Doznameya Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê amade bû

Di doznameya Komkujiya Enqereyê de tê xwestin, her yek ji 36 bersûcan 100 carî bi cezayê ragirtina heta bi hetayê werin cezakirin. Der heqê 17 kesan de jî biryara, "neşopandinê’’ hate standin.

Lêpirsîna der heqê komkujiya Enqereyê de ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Gara Trenê ya Enqereyê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû pêk anîn û di encamê de 103 kes miribûn û bi sedan kes jî birîndar bûbûn, bi dawî bû. Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve dihate birêvebirin, der heqê 36 kesî de ku deh ji wan girtî bûn, doznameya ji 571 rûpelî ji bo Dadgeha Giran a 4. a Enqerê re hate şandin.

Di doznameyê de Îbrahîm Ball weke "rêveberê rêxistinê" cih digire. Der heqê 17 kesan de ku di nav wan de Emîrê Dîlokê Yûnûs Dûrmaz ku li dîlokê xwe teqandibû û Halîl Îbrahîm Dûrgûn jî hebûn biryara "neşopandinê" hat dayîn.

Dadgeh wê di 15 rojan de li doznameyê bitewe û ku qebûl bike di rojên pêşiya me de wê dest bi darizanina 36 kesan bike.